Enver Ata (jdb. 1959 Êlih[çavkanî hewce ye] - m. 20 hezîran 1984 li Uppsala, Swêd) yek ji têkoşerên doza azadiya kurdan bû. Bi awayeke nediyar hate kuştin.[1][2][3]

Enver Ata
Jidayikbûnjdb. 1ê kanûna paşîn a 1959an
Mirin20ê hezîrana 1984an (25 salî)
Uppsala, Swêd
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Di cûntaya leşkerî ya sala 1980î tê ser desthilatdariya Tirkiyeyê de hat girtin û li Zîndana Amedê ma. Wekî endamekî PKKê, rastî êşkenceyên hovane yên dewleta Romê hat. Di êşkenceya dawî de bi qesta mirîbûnê wî avêt sergogeha (çopa) Amedê. Ji aliyê gel ve li wir hat dîtin, lê dît ku ew nemirî bû.

Ew piştî terapiya xwe ya pêşîn derbasî wargehên PKK yên li derveyî Bakurê Kurdistanê ne bû. Bo terapiyê wî şand Swêdê. Di avabûn û nivîsandina Berxwedan (kovar)ê de cih girt.

Di 20 hezîrana 1984an li qada Stora Torget a bajarê Uppsalayê hat kuştin. Çapemeniya Tirkiyeyê cara pêşîn kuştinê xist para PKKê. Gelek kes û kom jî di heman baweriyê de ne ku PKKê ew kuştiye. Dewleta Romê ji vê kujtinê sûdê werdigirt û îmaja kurdan li Swêdê diguherand, dilê swêdiyan li kurdan reş kir.

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre