Ensarulîslam

(Ji Ensar el Îslam hat beralîkirin)

Ensarulîslam[1] an jî Piştiwananî Îslam le Kurdistan[2] (bi soranî: ئەنسارولئیسلام لە کوردستان) rêxistinek ji şervanên îslamî yên neteweperest û radîkal ên Kurdistanê bû ku di sala 2001 de hate damezrandin. Serokê rêxistina navbirî Mele Krêkar bû. Ensarulîslam dewleta herî dawî ya kurdan ava kir, ew jî Mîrnişîna Îslamî ya Biyareyê ye.

Ensarulîslam

Ala


Dema avabûnê
  • 2001 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îdeolojiya siyasîWehhabîzm Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Di sala 2001ê de ji aliyê Mele Krêkar ve hat avakirin. Piştî êrîşên 11ê Îlonê, gelek Kurdên ku li Efxanistan bi dilxwazî ​​ji bo alîkariya Taliban û Elqaîde bûn, vegeriyan Kurdistanê û tevlî Ensarulîslam bûn.[3] Armanca wê avakirina dewleteke îslamî li Kurdistanê û parastina gelê Kurd e. Di demeke kin de di salên 2001-2003an de di dema Mîrnişîna Îslamî ya Biyare de gihişt armancên xwe.[4]

Ensarulîslam li dijî peymana aştiyê ya ku di navbera Bizûtinewey Îslamî le Kurdistan û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de hatibû îmzekirin derket. Ensarulîslam pişt re hevalbendiya Elqaîde kir û Usama bin Ladin gelek pere ji Ensarulîslam re şand.[5]

Di sala 2001ê de, demeke kin beriya êrîşên 11ê Îlonê, rêberên Ensarulîslam serdana Usama Bin Laden li Efxanistane kirin. Di kaxezeke ku li Kabûl hat dîtin de hat gotin ku yek ji armancên Ensarulîslam ew e ku "Cihû û Xirîstiyanan ji Kurdistanê derxîne û bikeve rêya cîhadê û li ser her parçeyekî erdî bi qanûnên şerîeta îslamî îdare bike." Usama Bin Ladin diyar kir ku “Kurd gelek komên îslamî hene, li şûna parçebûnê divê hemû bibin yek grûpeke îslamî ya kurd.”[6]

Di 18ê Sibata 2001ê de 4 endamên Kurd ên Ensarulîslam, siyasetmedarê Asûrî yê PDK Franso Herîrî dema ku diçû ser karê xwe, qetil kirin.[7][8] Ensar El Îslam di salên 1994 û 1997an de li heman cihî û li heman kolanê hewl da wî bikuje, lê ew ji herduyan reviya. Cara sêyemîn serkeftî bû.[9][10]

Di Mijdara 2008ê de, dêreke Mûsilê kaxezek wergirt û tê de hişyarî dabû mesîhiyan ku qet neçin Kurdistanê, eger nebe dê bên kuştin.  Kaxez ji aliyê Ensarulîslamê ve hatiye îmzekirin.[11]

Endamê Ensarulîslam Refîq Yûsif li Almanyayê hewl da ku serokwezîrê Iraqê bikuje.[12][13][14]

Pêkhate

biguhêre

Ev partî ji Cund el Îslam (Hamasa kurdan), Tewhîda Îslamî û Hêzî du Soran pêk hatibû. Her wisa El- Qaîdeyê jî alîkariya damezrdninê dabû vê rêxistinê

Hêjayî gotinê ye ku maka vê partiyê Bizûtinewey Îslamî le Kurdistan e

Serokên rêxistinê

biguhêre
  • Mela Krêkar (2001-2003)
  • Ebu Abdullah eş-Şafiî (2003-2010)
  • Ebu Haşim el-İbrahim(2011-)

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "Rewşa kurdan a berî şerî | Le Monde diplomatique Kurdî". diplo-kurdi.com. Ji orîjînalê di 23 kanûna pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 kanûna pêşîn 2022.
  2. ^ Işık, İbrahim Sever; Nûbihar (1 kanûna paşîn 2015). A’ Dan Z’ Ye Kürtler (bi tirkî). Pak Ajans Yayincilik Turizm Ve Diş Ticaret Limited şirketi. ISBN 978-605-5402-64-8.
  3. ^ https://www.mepanews.com/kurdistan-islami-hareketi-36778h.htm
  4. ^ "Does Kurdish jihadist group threaten Hayat Tahrir al-Sham in north Syria? - Al-Monitor: The Pulse of the Middle East". www.al-monitor.com.
  5. ^ Terrorism & Its Effects. Sanchez, Juan. Global Media, 2007.
  6. ^ Schanzer, Jonathan (kanûna paşîn 2004). "Ansar al-Islam: Back in Iraq :: Middle East Quarterly". Middle East Quarterly. Ji orîjînalê di 29 çiriya paşîn 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 çiriya paşîn 2016.
  7. ^ Education for Peace in Iraq Center > 08/23/02 ( DNN 2.0.3 ) Girêdana arşîvê 2006-07-04 li ser Wayback Machine
  8. ^ WORLD Magazine | Today's News, Christian Views
  9. ^ "Franso Hariri".
  10. ^ "Assassination of Franso Hariri, a Member of Kurdish Leadership".
  11. ^ "مەکتەبی راگەیاندنی یەکێتیی نیشتمانیی کوردستان". PUKmedia. Ji orîjînalê di 18 sibat 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 8 tebax 2012.
  12. ^ Huggler, Justin (17 îlon 2015). "Islamic terrorist shot dead after Berlin attack on policewoman". Telegraph. Ji orîjînalê di 17 îlon 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 17 îlon 2015.
  13. ^ "Iraqi man shot dead in Berlin after stabbing policewoman". The Guardian. Agence France. 17 îlon 2015. Ji orîjînalê di 17 îlon 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 17 îlon 2015.
  14. ^ Huggler, Justin (17 îlon 2015). "Islamic terrorist shot dead after Berlin attack on policewoman". Telegraph. Ji orîjînalê di 22 adar 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 3 nîsan 2016.

Girêdanên derve

biguhêre