Mele Krêkar

serokê rêxistina Piştiwananî Îslam le Kurdistan

Necmedîn Ferec Ehmed (Najm al-Din Faraj Ahmad) an jî bi kurtî Mele Krêkar (jdb. 1956, Silêmanî, Başûrê Kurdistanê), di navbera 2001 û 2003 de avaker û serokekî rêxistina Piştiwananî Îslam le Kurdistanê[1] Mele Krêkar li Norwêcê dijî û ji sala 2008an pê ve di lîsteya terorîstan a Neteweyên Yekbûyî de ye.

Mele Krêkar
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Navê rastî
مامۆستا کرێکارLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê jidayikbûnê
Necmedîn Ferec Ehmed
Hevwelatî
Pîşe
Îmam, scholarLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Endamê
Bandorbar
Cezayê birrî
Mehkûmkirin
Custodial sentence (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Ketiye girtîhê
Badu 'e Carros (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Malper

Jînenîgarî biguhêre

Mela Krekar di sala 1956an de li bajarê Silêmaniyê di malbateke xizan de hatiye dinê, şeş bira û çar xwîşkên wî hene. Di sala 1962an de dest bi xwendina xwe kiriye û xwendina xwe ya seretayî û navîn li Silêmaniyê qedandiye. Di sala 1974an de bû pêşmergeyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û heta sala 1975an berdewam kir. Piştî têkçûna Şoreşa Kurdistanê di sala 1975an de vedigere Silêmaniyê û piştre diçe Hewlêrê û di 19 saliya xwe de wek karmend di Emîndariya Giştî ya Karûbarên Civakî de kar dike. Di sala 1978an de vedigere zanîngeha Silêmanî û di beşa wêjeya zimanê erebî de tê qebûlkirin û bi rêzdarî mezûn dibe û di asta zanîngehê de di beşa zimanê erebî de pileya duyem û di beşên din de jî pileya şeşan bi dest dixe.

Cezayê wî li dadgeha Norwêcê biguhêre

Dadgehê ji ber 3 sûcan 2 sal û deh meh cezayê girtîgehê li Mela Krekar birî. Di dawiyê de di 25ê Kanûna Pêşîn, 2015 de hat berdan.

Derxistina Îtalyayê biguhêre

Di 26ê Adara 2020an de hat ragihandin ku Swêdê Mela Krekarî radestî Îtalyayê kiriye. Parêzerê wî û gelek kesayetên kurd ev biryar rexne kirin û gotin ku Swêdê bêyî ku sûcên li dijî wî îsbat bike ew radest kiriye û radestkirina wî di demek neçaverêkirî de hat ku vîrusa korona li Îtalyayê belav bû.

Bîbliografî biguhêre

  • (norwêcî) (2003[2]). Med egne ord ("In My Own Words"). Otobiyografî. Oslo: Aschehoug. 246 pp. ISBN 82-03-22968-9. Ji zimanê erebî hatiye wergerandin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ https://www.mepanews.com/ensar-el-islamin-kurucusu-molla-krekar-kimdir-27995h.htm
  2. ^ Nyfløt, Hilda (17 çiriya paşîn 2011). "- Krekar vil framstå som julenissen". Dagbladet.no.