Emre Uslu (bixwîne wekî Emre Ûslû, navê rastî Emrullah Uslu[1]) fermandarekî saziya ewlekariyê ya Romê (Tirkiye), pisporê teknîkên belavkirina agahiyan, nivîskar û rojnamevanekî tirkan e. Bi salan di daîreya emniyetê ya terorê de li dijî kurd û mixalifan têkoşiyaye.

Ji ber ku bi xwe sîxur û polîs e, derbareyê jiyana wî de agahiyên mîsoger nînin. Tê gotin sala 1997'ê ji akademiya polîsê destûrdar bûye. Wekî cihgirê komîser di gelek şaxên emniyetê de xebitiye. Wekî komîser di daîreya terorê de li dijî kurd û mixalifan xebitiye.

Bi destûra dewletê diçe DYAyê, li zanîngeha Utahê du salan perwerde dibîne. Di heman demê li wir jî îstîxbaratê dike, li ser terîqeta tirk-îslamî û neteweperwer a Fethullah Gülen agahiyan berhev dike.

Sala 2001'ê dîsa diçe DYAyê. Di dema xwe de venagere, tê gotin bo demekê rêça xwe winda dike. Lê ew viya napejirîne, dibêje ku birîndar bûye, terapî didîtiye.

Piştî rojnameya The New Anatolianê, di rojnameya lîberal Tarafê de dinivîsîne.

Uslu bi giranî li ser kurdan, rêbazên têkoşîna bi PKKê re, projeya pêşîvekirina AKPê ya ji bo pirgirêkên kurdan hatiye amadekirin dinivîsîne.

Girêdanên derve biguhêre