Ehmed Dilzar

(Ji Ehmed Mistefa Mihemed hat beralîkirin)

Ehmed Dilzar, Ehmed Dillzar, Ehmed Diłzar (4ê kanûna paşîn a 1920, Koye, Herêma Kurdistana Iraqê - 10ê nîsana 2021, Hewler, Herêma Kurdistana Iraqê), helbestvanekî kurd bû.

Ehmed Dilzar
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jiyana wî biguhêre

Ehmed Dilzar sala 1920an li bajarê KoyeHerêma Kurdistanê ji dayîk bu. Bi sedan helbest bi zimanên kurdî û erebî nivîsine. Berhemeke din ya Ehmed Dilzar, bîranîna alim û helbestvanê navdar Bab Tahîr Hemedanî ye ku ji lorî vergerandiye kurdî.

Navê rast yê Ehmed Dilzar, Ehmed Mistefa Mihemed e. Dema dest bi nivîsandina helbestan kir, paşnavê xwe kir Dilzar.

Ehmed Dilzar sala 1942an de dest bi nivîsandina helbestan kir, wê demê di nav artêşa Iraqê de bû leşker. Sê sal û nîv leşkerî kir. Beşek ji leşkeriya xwe li Filistînê derbas kir. Piştî leşkeriya xwe vegeriya bajarê xwe. Sala 1946an tevlî tevgerên komonîstî bû, ji ber wê jî hat girtin.

Dilzar cara duyem li sala 1948an hat girtin. Sala 1949an ji girtîgeha Hewlêrê şandin girtîgeha Bexdayê. Li nav girtîgeha Bexdayê de jî ji ber fikr û çalakiyên xwe yên siyasî, bi sê sal zîndan hat mehkûmkirin û sirgûnî girtîgeha bajarê Kût yê Iraqê hat kirin.

Ehmed Dilzar sala 1952an de hat berdan. Ji wê demê de bi rengekî veşartî li ser rêça komonîstiyê bû. Ji bo ku neyê girtin, zû bi zû cihê jiyana xwe diguherand. Ji Koye çû Hewlêrê û ji Hewlêrê derbasî Kerkûkê bû. Ji Kerkûkê jî derbasî Helebcê bû. Lê li wir hat girtin. Destpêkê, ew şandin girtîgeha

Kerkûkê paşê jî sirgûnî girtîgeha Nugre Selman li başûrê Iraqê hat kirin. Sala 1956an de hat berdan û vegeriya Koye. Heta sala 1960an li Koye bû.

Wê salê bû endamê desteya nivîskarên rojnameya Azadî li Bexdayê. Sala 1963an de bû çekdarê partiya komonîst. Baregeha wan li gundê Kilkesimaq yê Koye bû, paşê derbasî gundê Awekird yê Koye bûn.

Penaberî û vegera Kurdistanê biguhêre

Ehmed Dilzar piştî heyamek dirêj ji penaberiyê, sala 1994an de vegeriya Kurdistanê û li Hewlêrê niştecî bû.

Mirina wî biguhêre

Ehmed Dilzar di temenê 101 salî ya xwe da, dî 10ê nîsana 2021ê de li bajarê Hewlêrê mir[1].

Çavkanî biguhêre