Derûnnasiya komî

Lêkolîna zanistî ya encamên civakî ya li ser hest, raman û tevgerên kesan

Derûnnasiya komî an jî psîkologiya komî, grûbî an jî sosyal wekî ji navê tê fehmkirin bi civak û pirsgirêkên civakê re bilî dibe. Psîkologî dinya hundirîn ya mirov analîz dike, nas dike û destkeftiyên xwe di nava civakê de diceribîne. Psîkologiya komî an sosyal ji sosyologiyê cûdatir e. Sosyologî prînsîp û normên jiyana civakê analîz dike, psîkologiya komî jî bandora van prînsîp û norman li cîhana hundurîn an mirov analîz dike.

Psîkologiya komî ji ber pêwîstiyên mirovahiyê derketiye. Şer, întegrasyon, cûdatiya di navbera komên civakê, nîjadperestî, xizanî, nakokiyên di navbera çandan de, pirsgirêkên jin û ciwanan, alkol, pirsgirêkên li kargehê hwd. Bi giranî li DYA xebatên psîkologiya komî hatine kirin. Lewra behaviorîzm (tevgernasî) wekî dibistaneke psîkologiyê li DYA pêşketiye.

BINBÎR A BÊKESÎ Û BINDESTÎ Di zanistî ya psikolojiyê de binbîr gelek giringe. Binbîr û kesitî yek sedem e, yek jî encam e. Sedem a derketin a holê a kesitî aktorên jiyanêne. Mirov nikarin bi îrade yên xwe binbîra xwe ava bikin. Her bav û dê dixwazin zarokên xwe di malbata xwe û dibîstanan de baş perwerde bikin, lê çawa?

Malbat bi hezar salan demek dirêj bindestên îdeolojiya olan û îdeolojî ya fermî a devletan de bi rewşa kewneperestî de helak bûn. Çawa zarokan perwerde dikin? Her dem bi hem demî dîrok li ser sîstema koledarî dimeşe û jiyan bi ol û edetên wan her dem carî dike.

Sîstema koledarî , doh û îro li ser çerx a qedera bindestan dilîhze. Ew şervanên koledarên xwene. Mirovên di jiyanê de cîh digire, bi wî şeklê dije. Hemu malbatan de dijîn û zarokên wan hene. Pêwîste ki ew hemû zarokên xwe perwerde bikin. Zarok di mal de bingeha jiyan a xwe ava dike. Binbîra xwe jî bi vî ava çê dibe.

Ege mirov hêsîre binbîrê xwe be karê wî û azadî ya xwe rast na meşe. Dema yekemîn de mirov ger binbîra xwe pakij bike û bigihîşe cax û demsala xwe. Mirov çawa ji xwe û ji kewneperestî ya xwe azad dibe? Kê ji xwe pirs kir ku dujminê wî kî ye? Her kes dijminê xwe di bînbîra xwe de kedî dike. Kes yê kê ye? Kes ci qas yê xwe ye, ci qas yê der e? Kes ên bindest ne yê xwe, ew an yê koledaran an jî ye zordestanin. Teybetî ya bindestî bi vî awa ye. Rewşa mirovan çawaye? Kes yê xwe an yê der in?

Mirov bi xwe cuda bûd. Her yek cuda cuda difikire! Her yek bı tesîrên sisteman li Bakûr, li Başûr li Rojhelat û Rojava! KESÊN BÊKES Mirov di bûyîna xwe ê zarokî de binbîra xwe pak û zelale. Qirêc û gemarî û başî ji mezinên xwe hîn dibe. Kes û cihan eger dostane bin, hevre nekesî ne mumkun e. Kes bi mêjoyê xwe û aqlê xwe û bîr a xwe dewlemend e. Eger kes mêjo yê xwe re îxanêt neke, ew him ji bo xwe, him jî ji bo gelê xwe nîmetek mezin e. Her zarok di mêjo yê xwe de cîhanek mezin e. Jiyana koledarî de zarok di nav kesên bêkes de zelalî û mezintî ya xwe wenda dikin. Mirov di welat ê xwe de jî dibe ki bibe kesê bê kes. Ew mumkun e. TADE , TADEDARÎ Û AZADÎ Di lîteratûr a siyasî de azadî û tadekarî rast nayê ser zimîn. Kî li kê tade dike? Tadekar azad in? Kî azad e? Azadî çi ye? Mirov dikare li bazarê de ji bo xwe re azadî bikire an jî ji devletan azadiyê bixwaze?

Di siyaset a mirovan de ji kesan pirs ên bi vî awa ne hatin û bersîva pirsan ne hat. Her kes fikir dike ki ji bazarê an jî ji siyasetê azadî bixwaze û bistîne. Kes nikare ji kesî azadî bixwaze. Kes nikare kesî azad bike. Kes nikare azadî bikire. Azadî, xewn, xeyal nayê standin, nayê kirandin û firotin, lê mirov dikare xewn, xeyal û azadî bije. Jiyana azad bi kesitî ya azad mumkun e. Mirov dikare xwe azad bike, lê nikare kesî azad bike.

Mirov an azad e, an jî tadekar ê xwe ye. Kesî tadekar ê azad di cihanê de heye? Ne mumkun e. Hemu tadekar bindest in. Bi nav ên koledaran tade dikin. Him li xwe tade dikin him jî li gel ê xwe tade dikin. Mirov ên azad li kesî tade nakin. Zilamên azad tade li jin û hevalên xwe nakin. Tade yên di malbatan de dibe tadeyên zilamên bindest in. Zordest li zilam ên bindest dikin, zilam ên bindest jî di mabata xwe de tade li jinên bindest dikin. Jin jî tade li xwe dikin. Jin ên azad tade li xwe dike? Ne mumkun e. Tade li zilam ê xwe dike? Ew jî ne mumkun e. Tade, kar ê kewneperestan e. Jin ên kewneperest kar û barên wan jiyan a kewneperestî ye. Ol û sîstem ên kewn û kewneperest li xwe bar dikin û bi vî rewşê de zorokên xwe perwerde dikin. Bo kewneperesti perwerde dikin. Zarok ên xwe ên keç bo bindestî amade dikin û zarok ên law bo tadekar ên mêr amade dikin. Sistem a camêran , olên camêran her dem tadekar e. Ruh û raman ên mirov bin tade yên wî sîstema camêran in. Gotina me ê dawî ew e ki, mirov dikare xwe azad bike lê nikare kesî azad bike. Azadî tê jiyandin, lê nayê kirandin û firotın. Kes endamê civak e. Kes çawa nêt bike rêvabirî ya malbat a wî bi gorî wî awayî dimeşe. Azadi ya civak jî gorî nêt a xwe tê holê. Dad û rêvabirî bingehe. Gel gorî tirs û hêrsên tadekarî ya koledaran dimeşin. Koledarî bi bingehî ya olê de derketin holê. Her dem tadekar bi tirs û batirsok ên xwe hember gel bi kar dixînin. Ger her kes xwe bi xwe azad bike ki civak azad be. SERHIŞKÎ Serkevirî an jî serhişkî mirovên ne veguhertî ne. Her tişt xwe vedıguharîn e lê ew wek kevir in. Wek kevir ên hişk in. Welat ên bin tesîr a ol û derew û buxtanin mirovên serhişk gelek zêde ne. Serkevir pir serhişk in lê mêjo yên wan nerm in. Ji rastî ya zanistî pir ditirsin. Dema ki bah ê baranî bi brusk bê, bi tirs ên xwe dilerzin. Bi fikr û ramanê wî brûsk, hember ê suçdarî ya wî bombabaran ê Xwuda ye. Serhişk ji azadiyê jî ditirsin. Koletî û îteat bo wan pêwîst e. Bo padîşah û paşan şer dikin û dimirin. Bo wan şah ê şahan, şah ê merdan e, yanê şah ê mirovan e. Mirov çawa bûd kevîr û serê mirov çawa bûd serkevir? Mirov bi ol û îdeolojî ya dewlet ên fermî tê xapandin. Jiyana mirovên parêzker û serhişk bi wî derewan binbîr a mirov de cîh digire. Bi wî parêzkerî ya kevneperest bi sed salan xwe nikare vebiguhere. Azadî ya mirov û azadi ya raman ên mirov herdu girîngin. Raman ji mêjo yên mirov der dikeve. Eger mirov û mêjo yê mirav nexweş be, raman ên mirov jî nexweş e. Raman ên mîh, an jî ên parêzkeran çawa ye? Mirov jî dixwe û vedixwe, mîh jî,dije, dixwe, vedixwe û dimire, raman ên parêzkeran çima cuda be? Mirov çima bi vî awa şûnde dikeve? Mêjo ê mirov pewîste wek sêv ê darê bigêhişe. Sêv xam e û bo xwarinê ne amade ye. Mêjo yên xam jî bo raman ê zanistî ne amade ye. Tekamul a cihanê, tekamul a mirov e. Tekamul a mirov tekamula mêjo ye. Mirov civakê û civak jiyanê tekamul dike. Civak doh bi şerîat a ol û derewên koledaran fikir dikirin, îro bi raman û dad a çaxê jiyan dikin. Tekamul a mirov û tekamul a civak de dualism a zanyarî heye. Di dualismê de jiyan a kevn û raman ên kevn di tekoşîn a xwe de him hember ên hev in, him jî tevlihev in. Dibindestî de binbîr a mirov li vî jiyanê de çiqas zelal e? Mirov nikare bi xwe re dostane bijî. Çawa bi vî kevneşop ên qirêc û gemarî jiyan bikin Mirov di malbat a xwe de nikare aştî çêke, çawa aştî ya siyasî ava dibê?

Pisporên ku li ser psîkologiya komî - psîkologiya sosyal xebat kirine

biguhêre