Deniz Özer

şanoger, lîstikvan û fîlmnivîsekî (senarîst) kurd e

Deniz Özer an jî Deno (jdb. 27ê nîsana 1994 li Êlîh, Bakurê Kurdistanê), şanoger, lîstikvan û fîlmnivîsekî (senarîst) kurd e.[1]

Deniz Özer
Deniz Özer, ji lîstika Mîrzayê Biçûk
Jidayikbûn27ê nîsana 1994an (29 salî)
BernavDeno
PîşeLîstikvan, şanoger
Xebatên navdarŞekirok (rêzefîlma înternetê),
Mala Minê (sîtkom)
Malperdenizozer.com.tr
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Deniz Özer li di sala 1995an de li navçeya Kercewsa bi ser parêzgeha Batmanê ve ji dayîk bûye. Beriya ku ew hêj nehatiye dinyayê bav û dayika wî ji hev cuda dibin û meta wî, wî mezin dike.[2] Ji ber nexweşiya wî ya dîsleksiyê ji aliyê xwendinê ve pir zehmetî kişand. Di 12 saliya xwe de ji ber vê yekê ji dibistanê tê qewirandin.[2]

Di 18 saliya xwe de, li Stembolê perwerdahiya şanoyê ya despêkê dibîne. Piştî vê perwerdehiyê vedigere Batmanê û li wir bi navê Şanoya Tov şanoyekê vedike. Nêzîkî pênc salan li vir di gelek lîstikên şanoyê de dileyize. Piştre ji bo hînî Teknîka Eric Morris bibe dîsa diçe Stembolê. Li vir ji Meltem Cumbul perwerdehiyê dibîne. Di heman demê de ew û hevalên wî yên şanoger, bi navê Şa Performans mala şano û hunerê vedikin. Li vir lîstikeke navdar wergerandine kurdî bi navê Mîrzayê Biçûk û tê lîstin. Dîsa di heman demê de bi navê Ez û Deno pêşaniyeke stand-up tê lîstin. Di sala 2019an de li Batmanê bi navê Nîsk Performans şanoyeke nû vedike.

Her wekî din di rêzefîlmên sitcomê de wek Şekirok û Mala Minê de dileyist. Îro di rêzefîlmeke bi navê Îşev de dileyize.[3][4][5][6]

Fîlmografî biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ https://denizozer.com.tr/about-us/[girêdan daimî miriye]
  2. ^ a b Pencereya Bakur - Deno | پەنجەرەیا باكوور - دەنۆ (bi îngilîzî), roja gihiştinê 1 îlon 2023
  3. ^ http://www.lokmandemir.com.tr/deno-deniz-ozer-kimdir/
  4. ^ https://www.cumhuriyet.com.tr/haber/sosyal-medya-fenomeni-deniz-ozer-her-seye-ragmen-guldurmek-1744959
  5. ^ https://twitter.com/denoizm
  6. ^ https://www.instagram.com/denoozer72