Dêrîş, Stewr
Dêrîş (1946: Deriş[1]; bi tirkî: Soylu) gundekî ser navçeya Stewrê ye ku bi Mêrdînê ve girêdayî ye.
Dêrîş | |
---|---|
Soylu | |
Koordînat: 37°38′59″Bk 40°49′03″Rh / 37.64972°Bk 40.81750°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Mêrdîn |
Navçe | Stewr |
Bilindahî | 795 m (2608 ft) |
Nifûs (2008) | 604 |
Koda postayê | 47860 |
Koda telefonê | 0482 |
biguhêre |
Lê derdora wê gundê Qunzêrîb, Girikê Izêr, Girikê Fariz, Dêrbend û Ehmedî he ye. Rêya gund ji aliyê Stewrê û Qunzêrîbê ve asfalt, ji aliyê Girikê Fariz ve xam e. Li gund qereqolek jî he ye.
Debara gund bi rezvaniyê (trî, dims, mewîj), xwedîkirina heywanan û çandiniyê ye. Berê firotina çilo jî di debara gund de ciyekî grîng digirt, lê ji ber ku di van salên dawî de birrîna darên çiya hate qedexekirin gundî nema çilo difiroşin.
Weke gundên dora xwe ew jî gundekî kevn û dîrokî ye. Li gund gelek şikeft û zinarên ku ji zemaniyan ve mane he ne. Gelek gund û malbat ji vî gundî zêde bûne.
Weke tirî, dims, bastêq û mewîjên wê toraq û kevirê wê yê dêrîşî (kevzgal) jî li herêmê navdar in.
Malbatên dêrîşî
biguhêreMala Kulek, Mala Fariz, Mala Emer Axa, Mala Naze , Mala Bekir Axa, Mala Evdile Axa û Mala Mele.
Heremên gund
biguhêre-
Heremek ji rojhilatê Dêrîşê
-
Rêya Stewrê
-
Ji başûr ve
-
Zarokên Dêrîşê]]
-
Ji Pala Dêrikê dîtina Dêrîş
Gelhe
biguhêreSal | Gelhe |
---|---|
2008 | 604[2] |
2000 | 495[3] |
1997 | 596[3] |
Nivîskarekî gundê Dêrîşê
biguhêreWergêr û nivîskarê kurd Ciwanmerd Kulek xelkê Dêrîşê ye. Ew niha (2014) li Stembolê dijî.
Çavkanî
biguhêre- ^ Türkiye'de Meskûn Yerler Kılavuzu I-II. Başbakanlık Devlet Matbaası, Ankara, 1946.
- ^ tuik[girêdan daimî miriye]
- ^ a b Yerelnet, Soylu[girêdan daimî miriye]
Ev gotara têkildarî erdnîgariya Kurdistanê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |