Borîs Pasternak
Borîs Leonîdovîç Pasternak (bi rûsî: Борис Леонидович Пастернак, Boris Leonidowich Pasternak), * 29ê kanûna paşîn/10ê sibatê 1890 li Moskoyê; m. 30ê gulanê 1960 li Peredelkîno a li ber Moskowê) helbestvan û nivîskarekî rûs bû. Ew li seranser cîhanê bi romana xwe ya navdar Doktor Jîvago tê naskirin. Sala 1958î Xelata Nobelê ya wêjeyê didin wî lê ew ji ber sedemên polîtîk vê xelatê napejirîne û nagire.
Borîs Pasternak | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 29 kanûna paşîn 1890 (bi julianî) |
Mirin | 30 gulan 1960 Peredelkino |
Sedema mirinê | Kansera kezebê (Sedemên sirûştî) |
Cihê goristanê | Peredelkino Cemetery |
Hevwelatî | Împeratoriya Rûsî (1), Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst (2) |
Perwerde |
|
Pîşe |
|
Xebat | |
Hevjîn | |
Partner | |
Zarok | |
Dê û bav | |
Xelat |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Li malbateke cihû yê hunermend tê jiyanê. Di zaroktiya xwe de dersên muzîkê digire. Li Mosko, Almanya û Îtalyayê perwerdeya fîlozofiyê dibîne. Gorî gelekan ew nivîskarê herî baş ê sedsala 20em bû. Di bin siya fûtûrîzm û sîmbolîzmê de pênûsa xwe xebitandiye. Di helbesta rûsî de nûjenî pêk aniye. Kûraniya derûniya kesayetiya ferdan û koman, bêhempa raxistiye ber xwendevanan.
Herçendî ne bi zimanê zikmakî be jî, li Kurdistanê jî gelek hez ji berhemên wî tê kirin. Romanên wî xewnên gelek ciwanên kurd xemilandiye, hêz û biryardariya jiyanê daye wan.
Hin ji berhemên Pasternak
biguhêre- Cêwiyên esmanî (Близнец в тучах, 1914)
- Li ser eniyan (Поверх барьеров, 1917)
- Xûşka/Xweya min, jiyan (Сестра моя — жизнь, 1922)
- Zaroktiya Luvers (1922)
- Name ji Tûla (1922)
- Sala 1905 (Девятьсот пятый год, 1926/27)
- Nameyên hiştî. Bîranîn (1931)
- Spektor. Romankirî (1931)
- Di diljeniya ciwan de (На ранних поездах, 1943)
- Dûraniya erdê (Земной простор, 1945)
- Doktor Jîvago (Доктор Живаго, 1958/1987)
- Taybetî li ser min. Xwejînenîgarî (1959)