Biraşka Kerkûkê, Kerkûkkebab, çelokebaba Kerkûkî, biraşka şîşê ya Soranan cure biraşkeke (kebab) kurdî ye. Bi taybetî li bajarên Kerkûk, Silêmanîyê tê xwarin. Dişibe çelokebaba farisî, biraşka şîşê ya bakurê Kurdistanê. Herwiha dişibe Biraşka Edeneyê jî.

Biraşka Kerkûkê
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Berkelî biguhêre

  • Xwê, solin
  • Îsota reş
  • 1 KX (kevçiyê xwarinê) rûnê zeytê
  • Îsota sor
  • 500 gr pîvaza serî ya hûrkirî
  • 250 gr goştê kişandî yê golikê

Amadekirin biguhêre

Tevahiya berkeliya xwe tevlîhev bikin, bistrên. Bi qasî 20 deqe di sarincê de bidin rawestandin. Li ser komirê bê pijandin baştir e. Gorî kêfa li şîşê rêz bikin û di agirekê nizm de bipijînin.

Cudatiya wê ji biraşka şîşê ûêd ew e, Kerkûkî zebzeyan tevlî nakin, wan jî dipijînin li binikên servîsê rêz dikin. Ango bi zebzeyên pijandî kebaba xwe dixemilînin.

Çavkanî biguhêre