Navenda Jîn ji bo Vejiyandina Kelepûra Belgenameyî û Rojnamevanî ya Kurdî

navenda arşîvê

Navenda Jîn ji bo Vejiyandina Kelepûra Belgenameyî û Rojnamevanî ya Kurdî (bi soranî: Binkey Jîn bo Bûjandinewey Kelepûrî Bellgenameyî u Rojnamewanîy Kurdî, bi inglîzî: Zheen Establishment for Revitalization of Kurdish Documentary and Journalistic Heritage) yan Navenda Belgandin û Lêkolînê Jîn (bi soranî: Binkey Bellgandin u Lêkollînewey Jîn), yan jî bi kurtasî Navenda Jîn, navendeke arşîvî ya nehikumî ye ku di sala 2004an de li bajarê Silêmaniyê (Başûrê Kurdistanê, Herêma Kurdistanê li Îraqê) hate damezrandin[1].

Navenda Jîn ji bo Vejiyandina Kelepûra Belgenameyî û Rojnamevanî ya Kurdî
  • Navenda arşîvê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Navenda Jîn li Silêmaniyê (Başûrê Kurdistanê)
35°34′04″Bk 45°24′53″Rh / 35.56783°Bk 45.41481°Rh / 35.56783; 45.41481
DewletIraq Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
Dema avabûnê
  • 2004 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
AdresHerêma Kurdistanê, Silêmanî, Kolana Pîremegrûn 11, Taxa Beranan 107, Xanî 37, li kêleka Mizgefta Şêx Ferîd Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malper
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Armanca Navenda Jîn biguhêre

  1. Afirandina sîstemeke elektronîk li ser tora înternetê ji bo parastina hemû materyalên ku ji aliyê Navendê ve hatine berhevkirin û pêşkêşî lêkolîneran;
  2. Çêkirina arşîveke mezin ji bo berhevkirin û birêxistina pirtûk, destnivîs, belge, kovar û rojnameyên kurdî, çavkaniyên kurdnasiyê û hemû berhemên dîrokî. Armanc ew e ku bi alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê navendeke parastina belge û destnivîsan û pirtûkxaneyeke niştimanî ya Herêma Kurdistanê werin damezrandin;
  3. Pêkanîna Projeya Ferhenga Kurdî ji bo amadekirina ferhenga herî berfireh a hemû zaravayên kurdî;
  4. Tomarkirina Dîroka Devkî li ser jiyan û bûyerên demên borî yên Kurdistanê û çêkirina wê projeya meydanî ya berfireh û berdewam;
  5. Vejandina bîranîna nifşa pêşîn a nivîskar û rewşenbîrên kurd, berhevkirina berhemên wan ên belavbûyî û lidarxistina semînerên zanistî yên derbarê şaheser û çalakiyên wan de;
  6. Wergerandina çavkaniyên zanistî yên derbarê dîroka herêmê û neteweyên cîran ên kurdan de;
  7. Wergerandina çavkaniyên kurdzanî û dîroka herêmê ji bo dewlemendkirina pirtûkxane û dîroka kurdî û peydakirina çavkaniyan;
  8. Arşîvkirina xebatên çandî, hunerî û civakî yên tevahiya salê li bajarên herêmê û organîzekirin û amadekirina wan di çarçoveya pirtûkên bîbliyografîk de;
  9. Bihêzkirina peywendiyên çandî û zanistî bi rêxistinên hikûmî û nehikûmî li Herêma Kurdistanê, Iraq û derveyî welêt re ji bo danûstandinên zanistî û projeyên hevbeş;
  10. Vekirina navendên lêkolînê yên osmanî û peydakirina çavkaniyên orijînal, di nav wan de pirtûk û belge, derbarê dîroka dewleta Osmanî de;
  11. Amadekirina pêrist û bîbliyografiyê ji bo pirtûk, destnivîs û rojnamegeriya kurdî, wek rênîşanderek ji bo çavkaniyên agahdarkirinê;
  12. Girîngiya bi pîşesaziya pirtûkan û karkirina bi weşanxaneyên din ên Kurdistanê re ji bo avakirina rêxistinekê ku hemû saziyan ji bo pêşxistina pîşeya berhemanîna pirtûkê bi hev re bicivîne û pêşangeh û çalakiyên hevbeş li hundir û derveyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bîne[2].

Wêne biguhêre

Çavkanî biguhêre