Berdêlî

(Ji Berdêl hat beralîkirin)

Berdêlî navê kevneşopeke zewacê ya kurdan e; bi vî kevneşopî malbatek keça xwe dike bûk û, wek berdêl, ji heman malbatê ji xwe re jî bûkekê distîne.

Peyva berdêl bi koka xwe peyveke kurdî be jî ketiye nav ferhenga fermî ya tirkî.[1]

Di sala 1925an de ji zewacên li Kurdistana bakur 5% bi riya berdêliyê hatibûn kirin.[2] Di sala 2006an de ji hemû zewacên li gundên Amedê 16% zewacên berdêlê bûn.[3] Dîsa li Kurdistana bakur ji sed zewacan 4 bi riya berdêlê hatine kirin.[4]

Ji holê rakirina vê kevneşopê yek ji siyasetên fermî yên dewleta tirk e.[5]

Sedem û armancên berdêlê biguhêre

Sedemên bingeh ên berdêlê pirsgirêkên aborî ne. Bi vî havî malbat mecbûr namînin pereya serikê (bûkê) bidin û her du malbat jî rastî qeybên aborî nayin. Di heman demê de, têkîliya her du malbatan bi her haviyê xorttir dibe.

Dewleta tirk hewl dide ku bi riya perwerdeyê him kevneşopa berdêlê, him jî zewaca bi zorê ji holê rake.[6] Herwiha, berdêl bû mijara fîlma bi navê Berdel a Atıf Yılmaz.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Eintrag im Güncel Türkçe Sözlük, ji orîjînalê di 4 nîsan 2009 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 8 tebax 2012
  2. ^ Nicol Pope in: Michael Lake (Hrsg.): The EU & Turkey: A Glittering Prize or a Millstone? S. 118
  3. ^ Hürriyet vom 6. Dezember 2006
  4. ^ Radikal vom 10. Februar 2009
  5. ^ Meldung der ANKA 29. Dezember 2006
  6. ^ Bir trajedi evliliği: Berdel[girêdan daimî miriye]