Bekirê Îdirê

Dengbêj

Bekirê Îdirê yan Bekirê Dengbêj (jdb. 1945 Alûtê, Îdir) dengbêjekî navdar ê ji deşta Îdirê ye. Bekîrê Îdirê bi navê Apê Bekir jî tê nasin.

Ji gundê Alûtê (bi tirkî: Yüzbaşılar) ye. Ji malbata Emo ya ku girêdayî eşîra Birûkan e.

12 saliya xweda dest bi kilam gotinê kiriye. Di dîwanên dengbêjê girîng mînak: Keremê Kor, Şakiro, Zahiro, Şêx Hemîd, İsmaîlê İmam û Neviyê Dengbêj da rûniştiye. Piranî di bin tesîra Neviyê Dengbêj û Reşîdê Mihemedê Eyûb ta maye. Piranî kilamên wana gotiye. Hinek kilamên ku gotiye evanane: Evdila Begê, Kejik, Koçero, Evdalê Zeynikê. Vê gavê jiyana xwe didomîne û li Îdirê ber dikana xwe ye.

Girêdanên derve

biguhêre

Çavkanî

biguhêre