Behaedîn Weled

sofî

Behaedîn Weled an Mehmed kurê Hesenê Xetîbî yê Bekirî (bi farisî: بهاءُالدّین وَلَد، محمد بن حسین خطیبی بکری) (jdb. 543ê koçî/1148ê piştî zayînê - m. 628ê koçî/1231ê piştî zayînê) Arif, zana û şêxekê navdar yê terîqetê di sofîtîyê da, bavê Celaledînê Rûmî bû. Pirtûka wî ya navdar "Mearif" e.

Jînenîgar biguhêre

Behaedîn li gundekê dora Belxê li Xorasana mezin ko niha dikeve Efxanistanê hat dinyayê. Wê demê Selcûqî desthilatdarên wê deverê bûn.

Wî li wê derê dersên dînî didan û ji ber baweriyên xwe yên sofiyane ji felsefeyê û kelamê hez nedikri. Ev jî ji rexnegirtina wî li Îmam Fexredînê Razî di pirtûka "Mearif"ê da diyar dibe.

Heyamekê berî destpêbûna êrîşa Mexolan ew bi merema Hecê ji Belxê derkevt. Ew li berahîyê çû Bexdayê, paşî çû Mekkeyê. Piştî heca xwe, ew çû Şamê û paştir çû Larende anko Karamanê û li wêderê jî Elaedîn Keyqubadê Selcûqî gelek qedrê wî girt. Piştî wê, ew çû Qonyeyê. Du salan piştî wê, di temenê 58 saliyê da mir. Koma şîret û gotarên wî di kitêbekê da bi navê "Mearif" hatine komkirin. Mewlana Celaledînê Rûmî di axivtinên xwe da wekî "ji qenciyên bavê min", behsa wan tiştan dikir ko di wê pirtûkê da hatibûn.

Çavkanî biguhêre