Bavê Selah (jdb. 1952, Efrîn - m. 14ê tîrmeha 2016an) hunermendekî kurd bû.

Bavê Selah
Jiyan
Jidayikbûn1952
Efrîn, Sûrî
Mirin14ê tîrmeha 2016an (64 salî)[1]
NeteweKurd
PîşeHunermend, dengbêj
AmûrTembûr
biguhêreBelge

Jiyan biguhêre

Bavê Selah di sala 1952an de li gundê Kurda ya herêma Efrînê ji dayîk bûye.[2] Di destpêka zaroktiya xwe de fêrî stranan dibe. Diya Bavê Selah ew fêrî strana kir ji ber ku wê stran ji bavê xwe Îbramê Tirko ezber kiribûn, bandora dayika wî gelekî lê hebû û dema ku bapîrê wî Îbramê Tirko serdana wan dikir Bavê Selah diçû li tenişta wî rûdinişt. Ji ber ku bapîrê wî li gundê Çeqela Comê dijiya her dem Bavê Selah ji dayika xwe re di got ka em biçin Çeqela Comê. Dema temenê Bavê Selah dibe 9 salî, ew her roj diçe gundê Kora ji bo ku fêrî tembûrê bibe û li kora tembûrvanê navdar Adîk dibe mamoste ji Bavê Selah re. Wek ku tê gotin Bavê Selah di demeke kurt de fêrî tembûrê dibe, Bavê Selah bi rengekî fermî dest bi strana kir û di şahiyên gundên xwe de û li gundên derdora gundê wî stran û şevbihêrk li dar dixistin.

Ji ber ku rewşa diravî ya Bavê Selah ne baş bû, ji gundê xwe Gorda berê xwe da bajarê Helebê û li wir dest bi karê hesinkariyê kir û li Helebê Bavê Selah tevlî Koma Armanc bûye û bi hevalên xwe re yên di Koma Armanc de dest bi tomarkirina kasêtan kirin û di kasêta 4 çaran de Bavê Selah dastana Delal tomar kir di wê kasêtê de û li şahiyên kurdan ên li Helebê û li cejnên newrozê tê de beşdarî dikir. Wek ku tê zanîn Bavê Selah ji bilî stranan, helbestan jî dinivîsîne. Tevî ku tu dezgeh tinene ku kultûr û destanên kevnar biparêzin û binivîsînin, Bavê Selah her çend sala kasêtek tomar dikir bê ku tu kes alîkariya wî bike. Bavê Selah tê binçavkirin û wî dixin zindanê piştî demekê lêborîna serdarî heşt ew azad bibe. Piştî demekê vexwandineke ji Bavê Selah re tê ji bo seredanma Ewropayê û li Ewropa gelek konser û şevbihêrk li dar xistin. Jiyana Bavê Selah û rewşa ku ew tê re derbas bûye xizanî, pêrîşanî xizaniya ku ew tê re derbas bûye nedihişt ku pir tişt li ba Bavê Selah bi ser ketana. Bavê Selah gelek stran û kasêt tomar kirine wek, Delal, Cebelî, Şêx Seîd, Dewrêşê Ebdî, Xec û Siyamend, Gênc Osman, Hecanê, û gelek stranên folklorî. Bavê Selah heya vê rojê berdewam dike ji bo hunera kurdî bigihije asteke bilind.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Şêrzad Efrînî: Bavê Seleh Kanîyek ji Folklora Kurdî Bû". VOA. Roja gihiştinê 20 kanûna pêşîn 2020.
  2. ^ "Xeleka Taybet ya Deng û Reng Ser Huneremend Bavê Selah". VOA. Roja gihiştinê 20 kanûna pêşîn 2020.