Bafê

Gundekî Hezexa Şirnexê

Bafê (bi tirkî: Sulak), gundekî girêdayî navçeya Hezexê ya Şirnexê ye. Di herêma Hezexê de gundê herî mezin e. Di ber Bafê re çemê Dîcleyê diherike. Çiyayê Cudî û Çiyayê Gabarê li hemberî wî ne. Li Bafê derûdorê 300-400 mal hene. Lê di sala 2022an 140 mal di gund de mane. Gelek kes koçî Hezexê dikin. Li rojhilatê Bafê Hezex, li rojavayê wê Elcanya û Xendek e, li başûrê wê Kovex û Çiyayê Spî, li bakurê wê, Çemê Dîcleyê, Hetma, Ewên û Benat in hene.

Bafê
Sulak
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Şirnex
Navçe Hezex
Nahiye Hezex (navend)
Demografî
Gelhe (2011) 1.590[1] kes
Erdnîgarî
Koordînat 37°24′54″Bk 41°57′42″Rh / 37.41500°Bk 41.96167°Rh / 37.41500; 41.96167
Bilindayî 670 m
Koda postayê 73300
Koda telefonê (+90) 486
Bafê li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Bafê
Bafê
Bafê (Tirkiye)
Map

Di gundê Bafê de tenê sunnî dijîn ji ber vê yekê 2 mizgeft di Bafê de hene, her mizgeftek ji aliyê taxek gundê ve tê bikaranîn.

Di gundê de 2 zevî hene, her zevîyekî ji aliyê taxekî ve tê bikaranîn. Lê 4 tar ên Bafê hene. Her çiqas niha şênî gelekî kêm bûbin jî tar hemû ava ne. Rêya gund ji cadeya qîr û zivt-asfalt 7 km. dûre. Lê rêya Bafê 2022an de jî xerabe bû

Bafê bi Axa xweve gelekî dewlemend e, rez, dar û deviyên wê gelekin.

Çanda Bafê gelekî ciherenge. Stran û kilamên herêmên Tor û Botanê li Bafê tên gotin. Dawet û reqsên Bafeyîyan jî ji her du herêman hatina girtin. Mamik, çîrok û zûgotinok gelekî rengîn in. Ji ber ku li ber ava Dîcleyê hatîye avakirin tekilîyê Bafê bi herêma Bota re gelekî xurt in. Jixwe ji gundîyên Bafê re dibêjin "Harûnî"

Ava Bafê biguhêre

5 km berîya hê mirov negihaştî gund, gola Eresê heye.

Ava Bafê ji Kanîya Qesara tê. Kanîya Qesara li başûrê gund, li aliyê rastê di bin şiharê Bafê re dimîne. Gundî hemû ava xwe ji wir tînin. Ava kanîya Qesara aveke cemidî ye. Gundîyan ji bo sewalên xwe delav çêkirine da ku sewal bikaribe jê avê vexwe û kanî jî neyê lewitandin.

  • Dehla Şêx dikeve aliyê Zêwê ve, li dehlê hinar, te'ew, guvîj, berû hwd. çêdibin. Herwekî din li ser Dehla Şêx re Zêvîya Şêxê Zirav heye.
  • Kanîya Qinê dikevê aliyê Bana û Hêtma ve. Ava kaniyê tê vexwarin, lêbelê ji ber ku ev kanî ji gund dûr e gel naçin avê jê nayînin. Kanî ji aliyê Sewalên ve dihate bikaranîn.
  • Kanîya Qubik di nîvê gundê de ye. Ev kanî herwekî mizgeft jî tê bikaranîn. Ava wê ji aliyê gel ve hem tê vexwarin hem jî ji bona şûştina cilê tê bikaranîn.
  • Li kevîya şetê Bafê (dicle) Kelha Eledîno heye. Ev kelh gelekî kevn e.

Gelhenasî biguhêre

Sal Gelhe
2008 1.653[1]
2000 1.433[2]
1990 1.311[2]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b tuik, 2011, ji orîjînalê di 7 kanûna pêşîn 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 2 sibat 2012
  2. ^ a b Yerelnet, Sulak, ji orîjînalê di 27 hezîran 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 8 kanûna pêşîn 2010