Bülent Tekin (jdb. 15ê sibata 1954an) helbestvan û nivîskarekî kurd ê bi zimanê tirkî ye. Li navçeya Dêrikê ya bi ser bajarê Mêrdînê ve ji dayîk bûye[1]. Bi eslê xwe ji navçeya Mehsertê ji gundê Rissinê ye. Di akademiya evahîsazî û endezyariyê di zanîngeha Galatasarayê de, endezyariya kîmyayê (ODTU) li kampûsa Dîlokê endezyariya avahîsaziyê de perwerdehî dîtiye. Di dema zanîngehê di senaryoyê bi navê Dilîn de cî girtiye. Ev berhem di kovareke sînemayê de wekî wêne-roman hatiye seneryokirin. Di der barê şert û mercên salên 70yî de pirtûkên ku bi van navan hatine nivîsîn Kur, Pere, Hemû helbest[çavkanî hewce ye], Civakparêziya Şîliyê. Ji ber ku ji aliyê polîsan ve hatiye bidestxistin, ew berhem ne hatiye çap kirin. Bulent Tekîn di Komaleya Wejevanan, BESAM, TYS, Komaleya Rojnameyan Başûrê Rojhilat (endamê rûmetê) û endamê Komaleya Rojnamevanên Mezopotamyayê û yê PENê ye[2]. Di kovara Girgirê de jî nivîsên wî belav bûne[3]. Wî demekê di Dijle TV bernameya bi navê Tarafsız Bakış pêşkeş kiriye[4]. Ew zewîciye û bavê du zarokan e.

Bülent Tekin
Jidayikbûn15 Sibat 1954
EsilKurd
HevwelatîTirkiye
PîşeNivîskar û helbestvan
DînÎslam
MalperBülent Tekin
biguhêreBelge

Zarokatiya wî biguhêre

Bülent Tekin, li Dêrikê hatiye dine. Lawê Ebdilezîz Tekin e. Li derdorê bi navê Eyzê Pîrê tê nasîn. Dibistana sereteyî li Dêrikê dest pê kiriye lê belê ji bo perwerdehiyeke baş bibîne bavê wî wî li Merdînê dişîne dibistanê. Ji ber pîşeya bavê wî malbata wî û ya Murathan Mungan li hev diçin û tên. Bi vê yeke re jî bi Murathan Munganve dibin hevalên hev ên zarokatiyê. Dibistana navîn li Enqereyê, sala dawîn jî li Çermigê xwendiye. Lîse jî li Amedê Lîseya Ziya Gökalp a Amedê (Diyarbakır Ziya Gökalp Lisesi) qedandiye.

Jiyana edebî biguhêre

Nivîskar, sedema destpêkirina nivîsînê, di zarokatiya xwe de bi guhdarkirina çîrokan ve girê dide. Dema ku di dibistana seretayê de (Dibistana Merdîn Ebul’ula ) di aliyê parêgariye ve hatiye li dar xistin. Kompozîsyona wî di wê pêşbirkê de bûye yekemîn. Di lîseyê de jî wî berê xwe daye helbestan. Di zanîngehê de helbestên şoreşgeriyê û roman nivisîne[5].

Siyaset biguhêre

Di salên 70yî de lîsansa bilind kiriye û li Stembolê di komaleya perwerdehiya çandê de peyvirê digire. Di komaleya perwerdehiya çendê de berpirsyarê ciwanên kurd bûye. Ji ber dijwariya kar û baran û kîmyê ew di zanîngeha Stenbolê di zanîngeha hukuqê de mezûn nabe. Di payeya şoreşgerên Kurdistanê ya PKKê de û di destpêka PKKê de cih girtiye. Di salên 70yî de di Dengê Şoreşgerên Kurdistanê de cî digre.

Berhemên wî biguhêre

  • Ji sor heya zer, helbest,
  • Dîrok bila Dîrok be, helbest,
  • Heke tu bi hezkirina xwe re bijî, helbest,
  • Çîroka Kral Situnê, roman,
  • Evîna min bi aştiyê xweşe, helbest,
  • Felsefeya Feyyoyî, roman,
  • Lêxistina mirinê Maçkirina rojê, helbest,
  • Tirkiyeke Nabosî, ezmûnî,
  • Hêlîna Teyr-Merîin Dîrokçe, romana dîrokî,
  • Şerefa Kûçikbûyînê, pêkenok,
  • Wela-Netewet Amed, pêkenok,
  • Pirsgirêkên kurdan û Serhildanên nehatî hejmartin, lêkolîn[6].
  • Ji Xwedabanûya Dayik Heta Koleya Nûjen, ezmûnî,

Giredanên derve biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 6 kanûna paşîn 2014 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 4 sibat 2014{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 14 sibat 2017 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 5 kanûna pêşîn 2020{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  3. ^ http://www.internethaber.com/girgir-yazarinin-yeni-kitabi-hazir-346305h.htm#
  4. ^ http://www.youtube.com/watch?v=ngRjluf8wRs
  5. ^ http://www.agendakurd.com/index.php?option=com_content&view=article&id=640:ben-kimim-buelent-tekin&catid=66:ez-ki-me[girêdan daimî miriye]
  6. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 6 kanûna paşîn 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 sibat 2014.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)