Azad Zal

Nivîskar û rexnegirê kurd
(Ji Azad ZAL hat beralîkirin)

Azad Zal nivîskar, rojnamevan, wergêr û rexnegirê wêjeyêkurd e.

Azad Zal
Jidayikbûn8ê adara 1972an (52 salî)
EsilKurd
HevwelatîTirkiye
PerwerdeZanîngeha Anadoluyê Beşa Têkiliyên Navneteweyî
Zarok3
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Azad Zal di adara 1972an da li Gundê Çawuşelîkeya (Çawişelikya / Çavşeliqya; navê kevin Gulemîran) ku bi Navçeya Sûrê ya Amedê ve girêdayî ye hatiye dinyayê.

Wî li ber destê bavê xwe perwerdehiya sereke ya bi kurdî û erebî dîtiye. Şûn de li gund dibistana seretayî ya tirkî xwendiye (1979-1984). Sala pêşî ji ber ku mamosteyê wî kurd bûye û mirovekî baş bûye, zêde bandora çanda tirkî li ser wî çê nebûye. Ji ber ku nasnameya wî tune bûye li gund pênç salên dibistana seretayî bê nasname xwendiye. Lê ji bo ku ew dibistanê berdewam bike û li bajêr perwerdebe nasname pêwist bû. Piştî dibistana sereta sê salên wî diqedin hê nasname nay derxistin. Navê wî jî diguhere dibe Mehmet.

Dibistana navîn û Dibistana amadeyî li Amedê dixwîne. Bi kutakirina dibistana amadeyiyê re di kanûna pêşîna 1992 an da ji ber sedemên polîtîk tê girtin. Li ser pirsgirêkên siyasîdoz tê vekirin û tê darizandin. Di encama darizandinê de 22 sal û şeş meh ceza lê tê birîn. Li Zîndana Amedê, li ya Dîlokê, li ya Giresunê, û li Zindana tîpa Feyê ya Sîncanê (Enqere) bi tevahî 12 salan girtî dimîne.

Di çiriya paşîna 2004an da ji zindanê tê berdan. Piştî tê berdan li Rojnameya Azadiya Welat dest bi karê rojnamegeriyê dike. Li Azadiya Welat edîtoriya beşa cîhan û dîplomasiyê dike û karê wergerê dimeşîne. Şûn de derbasî Enstîtuya Kurdî ya Amedê dibe û di rêveberiya Enstîtuyê de wekî berpirsê kar û barê weşanê cih digire. Her wiha piştî ku Kovara W dewrê Enstîtuya Kurdî ya Amedê dibe; ji hejmara 13mîn şûn de edîtoriya weşanê ya kovarê jî digire ser xwe.

Di duyemîn Kongreya Asayî ya Komeleya Niviskarên Kurd de ji bo lijneya rêveberiyê hatiye helbijartin û wekî cîgirê serokê komeleyê peywir girt. Zal di heman demê de li Akademiya Dîrokê ya Rojhilata Navîn jî kar û barê redaksiyona xebatên kurdî dike. Di derveyê vana de mamostetiya zimanê kurdî, wergera sîmultane, ya nivîskî, tîpguhezî û tîprêzî (ya erebî-latînî / latînî-erebî), grafik, dîzayn û rûpelsaziya (mîzanpaj) pirtûk, kovar û hwd., dike.

Zal, di 22yê nîsana 2011ê de bi navê Weşanên J&J weşanxaneyekê vekir û dest bi weşana J&J Ensîklopediya Kurdî kir. Ew gerînendetî û berpirsiyariya giştî ya Weşanên J&J dike.

Azad Zal zewicandî ye û du keç û lawekî wî hene.

Berhem biguhêre

  • Teşî (hezîran-2009), Weşanên AVA, Helbest, ISBN 978-605-89342-0-7
  • Zimanê Kurdî (îlon-2009) Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Rêziman, 238 rûpel, ISBN 978-605-60745-2-3
  • Sûzê û Hirç (kanûna pêşîn]]-2009) Weşanên Şaredariya Kayapinarê, (Berhevkirin, çîroka gelêrî ya zarokan), ISBN 978-605-88972-4-3
  • Rêwî (çiriya pêşîn-2010). Weşanên AVA, helbest, ISBN 978-605-88436-9-1
  • J&J Ensîklopediya Kurdî-Fasîkul-1 [A-ADEM] (gulan]]-2011). Weşanên J&J, Ensîklopedî, ISSN 977-2146-6238