Çawuşelîkeya

Gundekî Ameda Diyarbekirê

Çawuşelîkeya an jî Çawuşelîkeyan gundekî kevnare û dîrokî yên kurdan e, li bakurê Kurdistanê dikeve.

Îdare biguhêre

Çawuşelîkeya (bi tirkî: Kayayolu), gundekî bajarê Amedê bi navçeya Sûrê ve girêdayî ye.

Dîrok biguhêre

Navê gund ji navê Çawuş Elî Keya tê. Berê navê gund Gulemîran yan Gula Mîran bûye. Gundê Çawuşelîkeya (Çawşaliqyan[1], Çavşelikyan[2], Çawişelîkeya / Çawşelikya / Çavşelikya / Çavşeliqya) navê gundê kevin ê Gulemîran e.

Gund du caran hatiye şewitandin. Cara yekê ji aliyê çeteyên dewletê û Mistefayê Kerwezî ve ji ber mehkûmiya Evdirehmanê Benî ku tê xwe davêje bextê çawuşelîkeyayiyan û Çawuşelîkî wî radest nakin; di sala 1932yan de tê şewitandin. Cara diduyan di rezbera 1993yan de ji aliyê hêzên dewletê û cerdevanan ve tê şewitandin û gundî koç dibin. Berî ku gund were şewitandin gund şên bûye.

Nijad biguhêre

Çawuşelîkî tev ji bavekî ne. Hecî Emer ya jî Emer Keya jê re tê gotin. Emer Keya (Hecî Emer) (1793-1913) di sala 1793yan de li gundê bi navê Kerxa Zirka tê dinyayê. Ew hê yek salî ye bavê wî dimire. Diya wî ji gund bar dike diçe gundê Çawuşelîkeya bi cih dibe. Li wê derê bi Hecî Hesen re dizewice. Emer li Çawuşelîkeya mezin dibe û dizewice. Yek keç yek jî law du zarokên wî çê dibin. Her du zarokên wî mezin dibin û dizewicin lê ji ber nexweşîna kolerayê (1854-1855) her du jî dimirin. Emer di 32 saliya xwe de dema ku dewlet erdan derdixe firotanê, ew jî li Çawuşelîkeyan 3 hezar donim erd ji dewletê distîne. Ji ber ku warê wî kor bûye û kes jê nemaye, birayê wî yê şîr û dost û hevalên wî bi ber dikevin û dixwazin ku wî ji nû ve bizewicînin. Hecî Emer dibe 80 salî ji gundê Zozincê xwişka Hecî Weysî jê re dixwazin û tînin. Ji vê zewacê yek keç û 3 law 4 zarok jê re çê dibin. Evdal Keya, Mehmûd Keya, Adem Keya û Emîne Xatûn jê re çê dibin. Hecî Emer di temenê xwe yê 130yî de diçe ser dilovaniya xwe[çavkanî hewce ye]. Gundê Çawuşelîkeya ji Emer Keya ne. Di sala 1983yan de di derveyê erdê Emer Keya de yê mîran jî ji aliyê neviyên Emer Keya ve tê standin.

Çand biguhêre

Di der barê çand, tore û vexwarinên taybet yên gund de agahî tune ne.

Navdarên gund biguhêre

Erdnîgarî biguhêre

Ji Amedê 45 km, ji Farqînê 45 km dûr e. Gund li deşta Amedê, di navbera Amed û Farqînê de li ser kilometroya 45an e. Ji aliyê gundên Kurdxelîl (Korxelîl), Qerexan, Baroxlî, Şêxmehma, Tembela, Tapik, Kaniya Zêran ve tê dorpêçkirin. Çemê Mûsiya di ber gund re diçe.

Kaniyên gund ev in: Kaniya Ereban, Kaniya Tayê, Kaniya Welo, Kaniya Mûso, Kaniya Bîrê û Kaniya Biniya Malan.

Herêmên gund: Qotê Pîra Hanê, Xaniyê Gozê, Xirabe, Kevirçaqmak, Hûrikan, Newala Mele Ebas, Kaniya Çirê, Mezelê Şêxê, Kaniya Welo, Kaniya Mûso û Mezelê Kuştiyan.

Avhewa biguhêre

Avhewaya gund, havîna germ, zivistana sar e.

Nifûs biguhêre

Li gorî salan daneyen nifûsê
2007
2000
1997

Aborî biguhêre

Aboriya gund li ser çandinî û ajalxwedîkirinê ye. Ji ber şewitandina gund ya 1993yan aboriya gund darbe xwariye, gundî koç kirine û ya bi îcare ya jî bi nîvî erdên xwe diajon.

Keyatî biguhêre

Ji ber şewata gund keyatiya gund li gund dewam nake.

Keyayen gund yên li gorî salan:

2004 -
1999 -
1994 -
1989 -
1984 -

Agahiyên binesaziyê biguhêre

Berê ku gund were şewitandin û vala kirin şên bûye. Wê demê gund ji 25 malan hatiye der. Sê kaniyên hevpar yên weqfa gund, dibistanek digel mala mamoste, mizgeftek digel mala seyda wekî malê hevpar hebûye. Lê piştî şewata gund dibistana serata heye lê xirabe ye; mizgeft (camî) heye xirabe ye. Şebekeya avê û kanalîzasyon tune ye, îhtiyaca avê ji kaniyên gund tê tedarikkirin.

Gund 2 km ji riya Amed-Farqînê dûr e. Riya gund şose (xîç) ye. Kehrebaya gund heye, telefon tune ye.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Köylerimiz, 1928
  2. ^ Türkiye'de Meskûn Yerler Kilavuzu I-II (1946). Başbakanlik Devlet Matbaasi, Ankara (bi tîpên tirkî bi vî rengî hatiye nivîsandin)