Awistirya

Welatekî Ewropayê
(Ji Awusturya hat beralîkirin)
Österreich
Republik Österreich
Komara Awistiryayê
Alaya Awistiryayê Nîşana Otrîşê
(Ala) (Nîşan)
Sirûda netewî:
Land der Berge, Land am Strome
(Welatê Çiyan, Welatê ber Çemê)
Zimanên fermî Almanî


Zimanên nefermî Slovenî, Mecarî, Kroatî
Paytext Viyana
48°12′Bk 16°21′Rh / 48.200°Bk 16.350°Rh / 48.200; 16.350
Bajarê mezin Viyana
Sîstema siyasî Komarî
 - Serokdewlet
 - Serokwezîr
Alexander Van der Bellen
Karl Nehammer
Rûerd
 - Giştî
 - Av (%)

83.882 km2
0,84
Gelhe
 - Giştî (2021)
 - Berbelavî

8.932.664 kes
106 kes/km2
Serxwebûn 31ê çiriya pêşîn 1918
Dirav Ewro EUR
Dem UTC+1
Nîşana înternetê .at
Koda telefonê +43

Awistirya (wek Austriya, Awistriya, Awistiriya, Ewistirya û Ostriya jî tê nivîsandin) yan Otrîş yan jî Nemsa û bi fermî Komara Awistiryayê (bi almanî: Republik Österreich) dewleteke federal, di Ewropaya navîn de ye.

Bi sîstema demokrasiya parlemanî tê îdarekirin. Sînorên Awistiryayê ji bakur ve bi Almanya û Komara Çek, ji aliyê rojhilat ve Slovakya û Mecaristan, ji başûr ve Slovenya û Îtalya û ji aliyê rojava ve Swîsre û Liechtenstein e. Dewleta federal ji sala 1955'î pê ve endamê NY û ji sala 1995´î pê ve jî endamê Yekitiya Ewropayê ye.

Bi texmîn li Awistiryayê derdora 55.000 - 80.000 kurd, piranî li bajarên Viyana û Grazê, dijîn.

Erdnîgarî

biguhêre
 
Nexse Awistirya

Awistirya ji Gola Konstanz li rojava heya Gola Neusiedlersee li rojhilat dirêj dibe. Dûrahiya ji xala herî rojhilat heya xala herî rojava 570 kîlometre ye û ji xala herî bakûr heya nuqteya herî başûr nêzîkê 300 kîlometre ye.

Nêzîkî sê-çarêkên welêt çiyayî ye, ji ber ku li Alpên Rojhilat e. Dirêjahiya Çemê Dunayê, ku welêt ji rojava ber bi rojhilat ve li bakûr derbas dike, 350 kîlometre ye. Ev beş cihên herî nizm in. Çiyayên Alp Li Awistirya, wan ji rojava ber bi rojhilat ve welatê xwe di sê rêzan de girt. Çiyayê herî bilind ê welatî "Grossglockner" e ku bilindahiya wî 3798 mêtre ye.

Her çend bi golên pir dewlemend be jî, ev gol pir piçûk in. Gola wêya herî mezin Gola Neusiedl e, ku rûbera wê 320 km² ye. Beşek jê jî Mecarîstan ye.

biguhêre
 
Navê Awistiryayê wek "Ostarrichi" (Ostarrîxî) di sala 996an de.

Navê Awistiryayê bi almanî ji "Österreich" e û maneya xwe bi almaniya bala jî "Emparatoriya Rojhilatê" an "Merzê Rojhilatê" ye.[1]

Çiya, daristan û geliyên Awistirya di havîn û zivistanê de cihên betlaneya îdeal in. Gol, Çiya û gelî bi werzîşên xweyên cihêreng navdar in. Viyana navenda muzîk, hunerên bedew û bîrdariyên dîrokî ye. Opera, galeriyên hunerî û pêşandanên baleyê li Paytextê têne berhev kirin. Bi hezaran ziyaretvan di mehên zivistanê de ji bo ski bikin tên Awistiryayê.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "University of Klagenfurt".

Girêdanên derve

biguhêre