Atreûs

Keyê Mikenê yên efsaneyî

Atreûs (bi yewnanî: Ἀτρεύς) di mîtolojiya yewnanî de keyê Mîkênê yên efsanewî ye. Bavê her du lehengên Şerê Troyayê Menelaos û Agamemnon ye.

Atreûs
Image dans Infobox.
Şahê Mîkênê (d)
Navê rastî
ΑτρέαςLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bav
Pelops (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hîpodamia (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xwişk û bira
Hevjîn
Aeropê (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Zarok
Menelaos
Astioxê (d)
Anaksîbia (d)
Agamemnon
Kîndragora (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Çavkaniyên Mîta Atreûs biguhêre

Derheqê Atreûs û werîsên wî nivîskarê Yewnan Esxîlos tragedyaya Oresteia , nivîskara Romayî Seneca jî tragedyaya Thyestes nivîsandiye. William Shakespeare jî tragedyaya xwe Titus Andronicus de dîsa ji çîroka leneta Atreûs jêgirtinan dike.

Li gor hin dîroknasa dibe ku agahiyên derheqê mîta Atreûs di tekstên Hîtîtan jî heye. Metîna ku Doznameya Madduwatta tê zanîn derheqê neteweyeyê yewnaniyan da dibeje ku bi destê zilamekî bi navê Attarsiya ve tên birêvebirin û dîsa metîn behsa şerên navbera hîtît û yewnanan dike. Di heman demê de ev çavkanî îdîa dike ku Attarsiya bi sed parxêlên şer re diçûya seferan.

Îro jî di Mîkena Yewnanistanê de gorek heye ku tê dihesibandin ya Atreûs e. Vê derê re dibêjin "Xezîneyên Atreûs" an go "Gora Agamemnon" û serdema bronzî de hatiye çêkirin. Pir zû hatiye avakirin ku li derdora wî tiştek tinne ji wê ra bên tekildarkirin.[1]

Leneta Atreûs biguhêre

Di mitolojiyê de çîroka wî piranî li ser leneta mala Atreûs derbas dibe. Ew lenet pênc nifşan bandor kiriye û ji bapîrê Atreûs ê bi navê Tantalos dest pê kiriye. Sedema wî lenetê kuştin û mirin di nav malbata Atreûs ango di nav neviyên Tantalos kê nebûye. Heta neviyê Agamemnon Orêstîs tola bapîrê xwe Agamemnon distîne û xwedawendan ji wî bibexşîne dewam dike.

Malbata Atreûs biguhêre

Di mîtolojiyê de destpêka malbata vî Tantalosî kurê Zeus û nîmfêyên okeanîd Plouto ye. Kurê Tantalos Pelops çêdibe, Atreûs jî kurê wî û yên Hîpodamiayê ye. Lehengên Şerê Troyayê Agamemnon û Menelaos jî kurên Atreûs in.

Mala Atreûs
Tantalos
PelopsHîpodamia
TiestêsAtreûs
EgîstosAgamemnonKlîtemnêstraMenelaosHelenê
ÎfîgeniaElektraOrêstîsHermione

Mîta Atreûs biguhêre

Key Pelops desthilatdarê Başûrê Yewnanistanê bû. Ew û jina wî Hîpodamia bi zarokên xwe Atreûs, Tiestês û yên din re jiyanekê bextewar didomandin. Heta ku kurekî Pelops ji Astîoxêya nîmfê derdikeve holê. Kurika bi navê Xrîsîpos bi sîqilandina Hîpodamiayê bi aliyê Atreûs û Tiestês ve hate kuştin. Key Pelops ji vê kuştinê pir aciz dibe Hîpodamia, Atreûs, Tiestês bi hev ra sirgun dike. Ji qehra sirgûnê Hîpodamia xwe dikuje, her du bira jî dikevin rê diçin Mîkenê. [1]

Li Mîkenê pirgirêka du birayan bi destê Hermês dest pê dike. Zirbirayê her du birayan kuştî bû, ew nevîyê Hermesê bû ji ber tola wî Hermes Berxika Kevil Zêr danî di nav pezên Atreûs. Atreûs sond dixwe ku vê berxê bike qurbaniya Artemîsê lê paşî dil nade kevîlê zêr bide, berxikê qurban dike lê tenê goştê wî kevil di destê wî de dimîne. [2] Atreûs kevilê dixe nav sindoqekî û xef dike. Birayê wî Tiestês dixwaze wê kevilê bidest bixe. Lê nedikariya ji ber destxistina çareyan difikiriya, paşê fikrekî dît. Dilê jina Atreûsê Aeropîyê ketibû Tiestês. Tiestês ji Aeropîyê re teklîf kir ku heger sindoqê ji bo wê bênî, tu ew jî bikeve berê wê. Aeropî jî gotina wê kir û her du jî mirazê xwe kirin. Lê ji bo meseleya qurbankirinê, Artemîs lenetek avêti bû ser kevilê berxikê. Lenet li Tiestês girt.

Di wan deman de gelê Mîkenê jî bê key bûn, dixwastin ku yekî bibe key. Remilvanên Delfîyê gotin bila kurekî Pelopsê bibe key. Atreûs jî got heçî xwediyê kevilê berxikê zêr bila ew bibe key. Tiestês sindoqê anî kevilê berxika zêr jê deranî ber çavê Mîkenîyan û xwe key îlan kir. Lê Zeus ji hîleyên Tiestêsê aciz bû, Hermesê şande li Atreûs fikrekî gote wî. Kêfa Atreûsê ji vê fikrê hat ew jî dest pê kir ku vê fikrê çêke: Paşî çû li Tiestêsê got heger ez ê bikarim ji tavê di milê rojhelatê ve bibim ava tu keyaniyê bidê min. Tiestês ji wê ra keniya sond xwar ku heger birayê wî bikare wê bike ti ew ji keyaniyê bide wî. Hermes jî çû ba Hêlîosê fikrê wan û fermana Zeus gote wî. Helîos jî fermanê bi cih anî, rêya tavê guherand û tav çû ji rojhelatê ve qulibî û winda bû. Atreûs bû key birayê xwe Tiestêsê jî şanda sirgûnê.[2]

Demekî şunde Key Atreûs serpêhatiyên navbera jina xwe Aeropî û birayê xwe Tiestêsê bihîst. Dîsa aciz bû planekê din çêkir. Li gor plana xwe peyam şande birayê xwe Tiestêsê ku ji wî re aş bûye û wî dawetê xwarinekî dike. Di heman de leşkerên xwe şande perestgeha Zeusê, ji bo ku her sê zarokên Tiestêsê Aglaus, Orchomenus û Callileon li wir teatên xwe dikir bikujin. Leşker gihane wan û her sê kurê Tiestêsê jî kuştin. Bedena wan parî parî kir avêtê di nav silokekî û keland. Tiestês ji her tiştê bê agahdar bû, hat li ser sifreya Atreûsê runişt dest bi xwarinê kir. Têr xwar paşî firaxên dûyem hatin dinav wan de jî ser û lingên kurên wî hebûn. Pê hesiya ku goştê kurên xwe xwariye, sonda tolhildanê xwar. Atreûs piştî vê bûyerên kirêj birayê xwe dîsa sirgûn kir.

Tiestês ji bo rêya tolhildana xwe bibîne çû cem remilvanekî. Remilvan jê re got tenê kurekî te ji keça te Pelopiayê hebe ew dikarê tola te bistînî. Tenê kurekî wî yekî ensest dikariya Atreûs bikuje. Tiestês şikla xwe guherand keça xwe xapand û wê ji rê derxist kete berê wê. Di heman demê de remilvanekî din jî şîretan Atreûs kir ku ji Tiestêsê dîsa bênî li Mîkenê.

Li her derê Atreûs Tiestêsê digeriya, rasta Pelopiayê hat texmîn dikir ku ew keça keyekî wê heremê ye. Dilê wî kete wê û wê bir qesra xwe demekî şunde Pelopia kurekî anî dinê. Ev zarok yên Tiestêsê bû lê Atreûs yê xwe dizaniya. Navê kurikê kirin Egîstos.

Kurik mezin bû, Menelaos û Agamemnon jî Teistêsê dîtin anîn avêtin girtîgehên Mîkenê. Atreûs fermana mirina wî da Egîstos. Lê Egîstos hêj biçûk bû, Tiestês wî xapand. Tiestês ji Egîstosê daxwaz kir ku diya wî Pelopiayê gazî girtîgehê bike. Egîstos jî gazî dike, Egîstos û Pelopia bi hev re têne girtîgehê. Pelopia ji dîtina bavê gelek şa dibe. Tiestês behsa serpêhatiyên xwe hemî dike. Egîstos ji dîtina bavê xwe şa dibe lê Pelopia ji tekiliyên ensestê gelek bi qehr dibe û xwe dikuje. Tiestês jî de fermana kuştina Atreûsê dide kurê xwe yên ensest Egîstos re. Egîstos fermana wî têne cih Atreûs dikuje.

Di demekî kurt be jî Tiestês dîsa dibe Keyê Mîkenê, lê vê carê biraziyê wî Agamemnon tê keyaniyê ji destê wî derdixîne û cara seyem ew tê sirgunkirin.[1]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b c Mark, Harrison W. "Atreus". World History Encyclopedia (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 2 adar 2023.
  2. ^ a b "Apollodorus, Epitome, book E, chapter 2, section 12". www.perseus.tufts.edu. Roja gihiştinê 3 adar 2023.