Ariel Şaron an bi navê xwe yê jidayikbûnê Ariel Scheinermann (z. 26ê sibatê 1928an - 11ê kanûna paşînê 2014an) general û siyasetmedarek îsraêlî bû ku ji adara 2001an heya avrêlê 2014an wekî 11emîn serokwezîrê Îsraêlê kar kir.[1]

Ariel Şaron
Image dans Infobox.
Minister of Religious Services (d)
-
Wezîrê Peywendiyê (d)
-
Minister of Health (d)
-
Serokwezîrê Îsraelê (en)
-
Ehud Barak (en)
Ehud Olmert (en)
Wezîrê Karûbarên Derve (d)
-
David Levy (en)
Minister of Energy (d)
-
Minister without portfolio (d)
-
Minister of Defence (d)
-
Minister of Agriculture and Rural Development (d)
-
Endemê Knessetê
-
Endemê Knessetê
-
Jidayikbûn
an jî Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Kfar Malal (en) (Mandatory Palestine (en))Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Mirin
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre (85 salî)
Ramat Gan (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Cihê goristanê
Giv'at ha-Kalaniyot (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê rastî
אריאל (אריק) שרוןLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê jidayikbûnê
אריאל שיינרמןLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Îsraêl, Mandatory Palestine (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Perwerde
Pîşe
Salên çalak
Dp. Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevjîn
Margalit Sharon (d) (ji heta )
Lily Sharon (d) (ji heta )Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Zarok
Omri Sharon (en)
Gilad Sharon (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Partiyên siyasî
Kadima (en)
Likud (en)
Shlomtzion (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Artêş
Haganah (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Payeya leşkerî
Major general (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şerên tevlêbûyî
Qeyrana Sûezê
1948 Palestine War (en)
Yom Kippur War (en)
Şerê Şeş Rojan
War of Attrition (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Cezayê birrî
Embezzlement (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xelat
Honorary doctor of the Bar-Ilan University (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Dengê qeydkirî
şanenava Ariel Şaron
Şanenav

Şaron ji damezrandina Artêşa Îsraêlê ya di sala 1948an de fermandarek artêşê bû. Weke leşker û piştre efser beşdarî şerê Filistînê yê sala 1948an bû, di Lîwaya Alexandroni de bû fermandarê tabûrê û beşdarî gelek şeran bû, di nav wan de operasyona Bin Nûn Elef. Ew di afirandina Yekîneya 101 û operasyonên tolhildanê de, û her weha di Qeyrana Sûezê ya 1956an, Şerê Şeş Rojan ya 1967an, Şerê Qirkirinê, û Şerê Yom-Kippur ê 1973an de, kesayetek sereke bû. Yitzhak Rabin wî wek "fermandarê meydanî yê herî mezin ê dîroka me" binav kir.

Piştî teqawidbûna ji artêşê, Şaron ket siyasetê, beşdarî partiya Likud bû, û di salên 1977an heya 1992an û sala 1996an heya 1999an de di gelek postên wezîran de di hikûmetên serkêşiya Likud de xizmet kir. Weke wezîrê parastinê, di sala 1982an de şerê Lubnanê birêve bir. Di lêpirsîna fermî de hat dîtin ku ji ber komkujiya Sabra û Şatîla "berpirsiyariya şexsî" heye û pêşniyar hat kirin ku ji wezîfeya wezîrê parastinê bê dûrxistin. Rola wî ya di qetlîamê de bû sedem ku di nav ereban de wek "Qasabê Beyrûtê" bê naskirin.[2][3]

Ji salên 1970an heya 1990an, Şaron pêşengiya avakirina wargehên îsraêlî li Kenara Rojava û Şerîda Xezeyê kir. Di sala 2000an de bû serokê Likud, û piştî ku Ehud Barak di hilbijartinên serokwezîriyê yên sala 2001an de têk bir, bû serokwezîrê Îsraêlê. Di navbera salên 2001an û 2006an de, di dema Întîfada El-Eqsayê de serokwezîrê Îsraêlê bû. Weke serokwezîr, Şaron di salên 2004an heya 2005an de veqetîna yekalî ya Îsraêlê ji Şerîda Xezeyê organîze kir. Li hember vê siyasetê di nava Likud de dijberiyeke tund rû da, di mijdarê 2005an de ji Likud derket û partiyeke nû bi navê Kadima ava kir. Li bendê bû ku ew di hilbijartinên pêş de bi ser bikeve û bi berfirehî wekî plan dikir ku "Îsraêlê ji piraniya Kenara Rojava derxînê", bi rêya rêzek vekişîna yekalî.[4][5] Piştî ku di 4ê çileya paşînê 2006an de felcek derbas kir, Şaron heya mirina xwe di Çileyê 2014an de di rewşek nebatî ya daîmî de ma.[6][7][8]

Şaron di dîroka rojhilata navîn de kesayetek bêhempa dimîne. Îsraêlî wî wekî qehremanekî şer û dewletparêzê ku di diyarkirina sînorên welat de rolek girîng lîstiye, dinirxînin, lê Filistînî Şaronê wekî sûcdarekî şer ê ku xwestekên wan ên dewletbûnê ditepisand şermezar dikin.[9][10][11]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Ariel Sharon, Former Israeli Prime Minister, Dies at 85". Haaretz (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 kanûna paşîn 2023.
  2. ^ "Sharon victory: An Arab nightmare" (bi îngilîziya brîtanî). 6 sibat 2001. Roja gihiştinê 29 kanûna paşîn 2023.
  3. ^ MacFarquhar, Neil (6 kanûna paşîn 2006). "To Arabs in the Street, Sharon's a Butcher; Some Others Show a Kind of Respect". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 29 kanûna paşîn 2023.
  4. ^ Rees, Matt (22 çiriya pêşîn 2011). "Ariel Sharon's fascinating appetite". Salon (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 kanûna paşîn 2023.
  5. ^ Miller, Elhanan. "'Sharon was about to leave two-thirds of the West Bank'". www.timesofisrael.com (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 29 kanûna paşîn 2023.
  6. ^ "Scientists say comatose former Israeli leader Ariel Sharon shows 'robust' brain activity". Associated Press (bi îngilîziya amerîkî). 25 adar 2015. Roja gihiştinê 29 kanûna paşîn 2023.
  7. ^ "Ariel Sharon Passes Away, Aged 85". Israel National News (bi îngilîzî). 11 kanûna paşîn 2014. Roja gihiştinê 29 kanûna paşîn 2023.
  8. ^ "Israel's ex-PM Ariel Sharon dies, aged 85". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 11 kanûna paşîn 2014. Roja gihiştinê 29 kanûna paşîn 2023.
  9. ^ "Israel: Ariel Sharon's Troubling Legacy". Human Rights Watch (bi îngilîzî). 11 kanûna paşîn 2014. Roja gihiştinê 29 kanûna paşîn 2023.
  10. ^ "Ariel Sharon's Legacy is Deeply Disturbing". Human Rights Watch (bi îngilîzî). 13 kanûna paşîn 2014. Roja gihiştinê 29 kanûna paşîn 2023.
  11. ^ "Sharon cannot be tried in Belgium, says court". the Guardian (bi îngilîzî). 15 sibat 2002. Roja gihiştinê 29 kanûna paşîn 2023.