Amedspor
Amed SFK, yaneyeke sporê ye ku navenda wê li bajarê Amed a Bakurê Kurdistanê ye. Yaneya Amedsporê ji dansala sala 2013-14an heya dansala sala 2024an di Lîga Duyemîn a TFFyê de lîstiye. Amedspor di sala 2024an dibe şampiyonê lîga duyem û bilindê Lîga Yekem a TFFyê bûye.
Amedspor | ||||
Logoya Amedsporê | ||||
Agahiyên gelemperî | ||||
---|---|---|---|---|
Navê tev | Falîyetên Sportîf ya Amedê | |||
Sala damezirandinê | 1972 | |||
Reng | Sor Kesk Spî | |||
Yarîgeh (stadyum) | Yarîgeha Amedê Amed (33.000 temaşevan) | |||
Serok | Selahattin Yıldırım | |||
Rahêner | Ahmet Yıldırım | |||
Malper | amedspor | |||
Mayo | ||||
|
Dîroka yaneyê
biguhêreYane di sala 1972an de bi sponsoriya Turan Gazozları, bi rengê sor-spî, bi navê Melikahmet Turanspor hat ava kirin û demeke dirêj di tîmên amator de tekoşîn kir. Di sala 1985an de Turan Gazozları sponsoriya xwe paşve kişand û navê tîmê ya nû bû Melikahmetspor. Di sala 1990an de şaredarî yaneyê kirî û navê yaneyê bû Diyabakır Belediyespor, rengê yaneyê jî bi rengên kesk-spî hat guhertin. Di sala 1993an de de bi statûya metropolê ya Amedê re, navê klûbê cara sêyemîn guherî û bû Diyarbakır Büyükşehir Belediyespor. Di sala 1996an de bi îlhama ku şaredarê bajarê mezin ê Partiya Refahê Ahmet Bîlgîn û serokê klûbê Necattîn Yîgît Bayrak piştgirên Galatasarayê bûn, rengên yaneyê yên kesk-spî wek zer-sor hatin guhertin. Ferîdûn Çelîk ê Ferîdûn Çelîk ê ku di hilbijartinên 1999'an de ji DEHAPê wekî şaredar hat hilbijartin, bi armanca ku ji DÎSKÎyê dahatê bike navê klûbê guhert û kir "Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi DİSKİspor".[1]
Klûb heta havîna 2001ê di beşa sêyemîn a herî bilind a Tirkiyeyê de lîst.
Di sezona 2006-2007an de yane bi Aksaraysporê re di Lîga 3yemîn de wekhev ma, du hefte beriya bidawîbûna lîgê bû şampiyon û derket Lîga 2yemîn. DÎSKÎspora ku bi salan piştî Diyarbakırspor duyemîn tîma mezin a Diyarbekirê bû, di dawiya sezona 2009-10an da daket Lîga 3yemîn. Di encama kongreya ku di destpêka sezona 2010-11an de hat lidarxistin de navê klûbê wek Diyarbakır Büyükşehir Belediyespor hat guhertin.
Di demsala 2010-2011an de, yane di Lîga 3yemîn de wekî 4emîn di play-offê de ma. Her çiqas di nîvfînalê de Sancaktepe Bldê tasfiye kir jî di maça fînalê de di tûra 2yemîn de ji aliyê Denizli Bld ve hat tasfiyekirin û şansê xwe yê derbasbûna Lîga 2yemîn ji dest da.
Di demsala 2011-2012an de di Lîga 3yemîn de wek 3yemîn derket play-offê, piştî ku di nîvfînalê ya Play Offê de li hember Bayrampaşa têk çû û şansê çûyîna Lîga 2yemîn ji dest da.
Di dawiya sezona 2012-2013an de, Diyarbakır Büyükşehir Belediyespor di Lîga 3yemîn a koma 1emîn de bû şampiyon û derket Lîga 2yemîn a TFFyê. Di kongreya ku di 19ê gulana 2013an de hat lidarxistin de, rengên zer û sor ên klûbê hatin guhertin û bûn rengên kesk-sor ku ew rengên yaneya dîrokî Diyarbakırsporê ne jî.[2] Bi rengên klûbê, divê navê klûbê wek Diyarbakır Amedspor an jî tenê Amedspor bihata guhertin. Endamên klûbê ji bo guhertina rengê klûbê deng dan, lê piraniyê li dijî guhertina navê biryar da.
Di sezona 2013-2014an de ji bo ku biçe Lîga 1emîn, di Lîga 2emîn de bi rêza 5emîn derket pêşbirkê. Lêbelê, yane ji hêla Alanyasporê ve di çaryek fînala play-offê de hate tasfiye kirin û ev şansê ji dest da.
Di civîna giştî ya 28ê cotmeha 2014an de piraniya dengan biryar da ku navê yaneyê bibe Amedspor. Piştî ku navê nû ji aliyê Yekitiya Futbolê ya Tirkiyê ve hat pejirandin, divê guhertina nav bi dawî bûba. Lêbelê, komeleyê serlêdana guhertina navê red kir, ji ber ku klûbek din jixwe di bin vî navî de qeydkirî hebû.[3]
Yaneyê ji bo ku navê xwe wek Amed Sportif Faaliyetler Kulübü, bi kurtasî Amed SK bê guhertin, serî li komeleya futbolê da. Komeleyê bersiv da ku ew ê di civîna lijneyê ya 12ê tebaxa 2015an de li ser vê tezkereyê nîqaş bikin.[4] Di wê civînê de, serîlêdan hate pejirandin, û klûb ji sezona 2015/16-ê ve bi navê nû dest bi beşdarbûna pêşbirkan kir.[5]
Amedspor di sezona 2015-2016an da derket çaryek fînala Kupaya Tirkiyeyê û di fînalê de ji Fenerbahçeyê hat tasfiyekirin.
Bertekên nijadperest li dijî Amedsporê
biguhêreLîstikên klûbê ji hêla dijberên xwe ve carinan bi zanebûn têne polîtîk kirin, lewma klûb çend caran bûye qurbaniya çalakiyên nîjadperest ji aliyê alîgirên dijber ve. Di dema maçên xwe yên li herêmên romî de slogan û sirûdên netewperest tên gotin û carna lîstikvan berî/di dema/piştî maçê de bi tiştan têne avêtin an jî êrişî wan tê kirin.
Provokasyonên li maça Bursasporê
biguhêreBeriya maça Bursasporê ya ku di 5ê adara 2023an de hat lîstin, lîstikvanên Amedsporê rastî êrişê hatin. Hin alîgirên Bursasporê pankartên Mahmut Yildirim ê bi kodnavê Yeşîl (bi tirkî "Kesk") vekirin, ajanê hov ê tirk yê ku berpirsyarê kuştinên nediyar e. Hin alîgirên din ên Bursasporê wêneyên otomobîla "Renault Toros" vekirin, ya ku sembola windakirinên bi zorê û kuştinên siyasî yên di salên 1990î de ye. Hin siyasetmedarên tirk û kurd van provokasyonan şermezar kirin. Partiya HDPê di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Em êrîşên nîjadperest ên li Bursayê li dijî Amedsporê şermezar dikin. Atmosfera ku ruhên kujerên salên 1990î û bermayiyên JÎTEMê tê de, ne dê pêşiya Amedsporê negire û ne jî hêviya aştiyê bi dawî bike. Divê berpirsyar li ber hiqûqê bipirsin. Em ev bi mîlyonan in ku li dijî faşîzmê çok naynin.”[6]
Baroya Amedê di serlêdana sûc a der barê bûyerên maçê de, diyar kir ku sûcên ku gel bi kîn û dijminatiyê tehrîk kirine, bi qestî ewlekariya giştî xistine xeteriyê, û heqaret û îstîsmarkirina wezîfeyê hatiye kirin.[7]
Çavkanî
biguhêre- ^ "Melikahmetspor'dan Büyükşehir Belediyespor'a." www.haberyirmibir.com. 22 gulan 2013. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 kanûna pêşîn 2014. Roja gihiştinê 5 adar 2023.
{{cite news}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Rengê Amedsporê hate guhertin - Futbol - Ajansspor.com". web.archive.org. 29 çiriya pêşîn 2014. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 29 çiriya pêşîn 2014. Roja gihiştinê 5 adar 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Diyarbakır Büyükşehir Belediyespor'un adı Amedspor oldu". CNN TÜRK (bi tirkî). Roja gihiştinê 5 adar 2023.
- ^ "Amed SK ismi için TFF kararı 12 Ağustosa kaldı 29 Temmuz 2015 Çarşamba 16:50". web.archive.org. 13 tebax 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 13 tebax 2015. Roja gihiştinê 5 adar 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Diyarbakır, Amed oldu". Milliyet (bi tirkî). Roja gihiştinê 5 adar 2023.
- ^ "HDP: 90'ların katilleri Amedspor'u engelleyemeyecek". haber.sol.org.tr. 5 adar 2023.
- ^ "Diyarbakır Barosu'ndan Amedsporlu futbolculara saldırıya suç duyurusu". haber.sol.org.tr. 5 adar 2023.
Girêdanên derve
biguhêre- Malpera fermî Girêdana arşîvê 2018-07-18 li ser Wayback Machine
- Amedspor li ser Twitterê