Alî Baran

Hunermendekî Kurd

Alî Baran (jdb.1956 li Xozat/Dêrsim) hunermendekî Kurd e.

Alî Baran
Jidayikbûn1956 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Kurtejiyan

biguhêre

Ali Baran di sala 1956 an de li gundê Bargeniyê, Axûçan, Xozat - Dêrsim ji dayik bû. Navê wî yê rastî Ali Baran e, lê ew di nava guhdarên xwe de weke Baran tê naskirin. Ew digel malbata xwe bi zaravayên Dimilkî û Kurmancî mezin bû. bi vî havî Baran fêrî her dû devokan dibe û lewra bi herdû devokan stranan dibêje.

Baran di dema 7 saliya xwe, bi çûyîna dibistanê hînî zimanê tirkî bû. Dibistana navîn li bajarê Xarpêtê xelas kir, piştrev diçû dibistana amadehiyê, lê ji sedemên siyasî di sala 1973 an de ji dibistanê dihat avêtin. Bi vê yekê Baran ji bo berdewamkirina dibistana amadehiyê diçû Xozatê, li wir di sala 1978an de dibistana amadehiyê diqedant.

Bavê Baran, hunermendê nasyar ê bi navê Mahmud Baran e û bi kasetên xwe yên muzîkê dihat nasîn. Tê gotin ku dayika Baran jî xwediyê dengeke zelâl e, ji ber vê sedemê zarokatiya Alî Baran di nav hunera Kurd de derbas dibû. Ew digel stranên Arif Cizrewî, H. Cizrewî, Kawîs Axa, Meryem Xan û wd. mezin dibû. Lewra, wî stranên ev dengbêjan ji nû ve aranje dikir û bi şeklekî nûjen dilorand.

Baran bi 6 saliya xwe li dahole û bi 12 saliya xwe jî li tenbûrê dixist. Dengê wî ew qas dihat ecibandin ku ew li dibistana gund û ya dibistana amadehiyê di pîrozbahiyên fermî de bi tirkî distre. Baran cara yekemîn di sala 1976an de li Xozatê derdikeve dikê û bi Kurmancî distrand. Piştrev li gelek deran derdikeve pêş gel û stranên şoreşiyê digot. Bi stranên xwe tesîreke mezin li ser gel diafirand. ji ber vê yêkê polis gelek caran êrîşî wî dikir. Di sala 1977an de li Amed li Sînemaya Dîlanê sazdêranî mezin dida û li vir dihat girtin. Nêzîkî 2 mehan di girtîgehê de dima. Piştî Zîndama Amedê koçî Almanya dikir û li wir diçû zanîngehê. ji bo demekê beşa Kîmya, piştre jî demekê beşa muzîke dixwand. Lê dev ji xwendinê berdida û bi temamî xwe dida muzîkê.test

Di sala 1981an de Cuntên leşkerê dîsa hikûm li Baran dixwandin, heya ku Baran di sala 1982an de ji nava biyaniyê Tirk dihat avêtîn. Ew li Elmanya dibû penaber û di sala 1993an de biyaniya Alman digre.1999 cara evili diçû welaten xwe Dersime u 2002 diçû festivala Dersime

Kaseta yekemîna Baranê di sala 1981ê de bi navê "Lo warê" li Elmanya derdiket. Piştre di sala 1984an de kaseta xwe ya bi navê ”Deriyê Hepisxane”, di sala 1987an de “Ey Dersimê”, di sala 1989ande “Helepce û Zindan” û di sala 1991ê de jî “Çene Çene” derket piyasê. Piştî ku Baran di sala 1993an de dibe hemwelatiyê Elmanya, ew cara ewil vedigere welatê xwe û li wir kaseta “Deste ma” dikişand.

Di sala 1995 Baran konserekî bi navê "Baran Live Konzert" (Baran, konsera zindî) pêk tîne.

Bi temamî heta niha 8 kasetên wî yên muzikê û çend DVD û klîbên wî derketine.

Baran tembûr, saz, cumbus û defê lêdixe.

Dîskografî

biguhêre

Klîbên wî

biguhêre
  • Em Dixwazin
  • Medîna min
  • Teberik"(dimili-zazaki)
  • Aşkin Divanesi - (dînokê evînê)
  • Nabi Nabi
  • Cigera min Yaro (dimili-zazaki)
  • Halim bilen yok Dostlar (halem kes nizani)

Girêdanên derve

biguhêre