Axûçan yek ji ocaxên qizilbaşî yên Dêrsimê ye. Navenda Axûçanan li Bargînî, gundekî Xozatê ye, belê wek ocax li warên kurdên qizilbaş, li Ezirganê, Mereşê, Semsûrê û Sêwasê jî belavbûne[1]. Çar şaxên axûçanan hene: Murşît, Koca Seyîd, Kose Seyîd û Seyîd Mencik.

Axûçan
Agahiyên gelemperî
Ziman Kurmancî (Here-Were)
Herêmên dîrokî Bargînî (Xozat)
Belavbûn Dêrsim
Ezirgan
Mereş
Semsûr
Sêwas
Bawerî
Dîn Elewî
Ocax Axûçan
Ziyaretgeh Tirba Axûçanê li Bargînî
Wêneyên derveyî WPê
Tirba Axûçanê li Bargînî
Dîmenek ji Bargînî

Bêjenasî biguhêre

Axûçan (axû + içen) « ê ku axû vedixwe » (li gorî efsaneya Axûçanê):

Efsaneya Axûçanê biguhêre

Tê gotin ku kalikê axûçanan yekê bi navê Mehmûd ê ku hemdemê Siltan Mecîd bû ye. Mehmûd xwe di nav gel de zana dide pejirandin û gelekî mirêdan li xwe dicivîne. Belê hinek ji kirinên wî aciz dibin û gilîye wî li ba Siltan Mecîd ê Osmanî dikin. Siltan Mecîd wî dibe Stenbolê û dixwaze wî bi jehrê (axû) bikuje. Belê gava ku siltan jehrê pê dide vexwarin, ew li vî tu karîgeriye nake. Ji ber wî yekî jê re bi romikî "axû îçen" yane "ê ku axûyê vedixwe" gotine. Herwiha axûçan di kurmancî de kakofoniya axû îçen e. Ev kerameta tesîreke mezin li ser siltan dike û siltan wî ef dike û bi dused hev zêran ve dişîne Dêrsimê.

Çavkanî biguhêre