Ocax (ji romikî: ocak = kuçik, wek ocax ketiye kurdî[1]) peyveke eşîrî ye. Bi rastî, mirov dikare bibêje, ev peyv bi peyva esil Kurdî ya mal ve hemwate ye. Li hin herêmên Kurdistanê di şûna "mal" (mall, çê) de vê peyvê bikartînin. Ev term di nava eşîrên Êzîdî û elewî de gelekî belavî ye. Her wiha li Dêrsimê ji ezbetên/malên seyîdan û pîran re û di nava eşîrên Êzîdiyên jî ji ezbetên Şêx û pîran re ocax têye gotin.[2] Belê ne tenê ew, hinek eşîrên Misilman, bi taybetî li Badînan û Botan, jî vê peyve ji bo binmalên qebîlan/eşîran bikartînin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Nisanyan Sözlük (Ferhenga etîmolojîk a tirkî)
  2. ^ Omerxali, Xanna (2007). "Sîstema ocax, qebîl û eşîrên êzdiyan, Têrmînolojiya wan:" Êzdiyatî: Civak, Sembol, Rîtûel, r. 33-65.