Alên Spî, (bi soranî: ئاڵاى سپى‎) ku bi navê Sufyanîyûn jî tê nasîn, komeke ku li pey Kurdayetiya îslamî ye. Ew li herêmên bi nakok li bakurê Iraqê li dijî hikûmeta Iraqê ne.

Alên Spî
ئاڵای سپی
Alay Spî


ÎdeolojîKurdayetî
Kurdayetiya îslamî
RêberAsî Qevalî
Hîva Çor
Xalid Moradî
Ehmed Hukumê

Îdeolojî biguhêre

Alên Spî komeke kurd a neteweperest, îslamî û cudaxwaz e ku di bersiva dagirkirina Kerkûkê de ji aliyê Iraqê ve hat avakirin û endamên wê xwe wekî "berxwedana kurdan" bi nav dikin. Karbidestên berevanî û leşkerî yên Amerîkî jî gotin ku xuya ye ew yekîtîyek ji neteweperestên Kurd û şervanên berê yên Ensarulîslam ye. Îstîxbarata Îraqî got ku dibe ku ev girûp bibe hewldaneke ji nû ve nîşankirinê ji alîyê fraksîyoneke Ensarulîslam, û tevgereke Kurdî bo dijberîya hikûmeta Îraqî.[1][2]

Hemî wan îdiayan bi wê yekê piştrast bû ku serok û afirînerê Alên Spî, Asî Qevalî, neteweperwerekî bihêz û îslamî bû û pêwendiya xwe bi PDKê re hebû. Têkiliyên wî yên nêzîk bi Mela Krêkar û endamên Ensarulîslam re jî hebûn.[3]

Hikûmeta Iraqê Pêşmerge û Hikûmeta Kurdistanê bi piştgirîkirina vê grûpê tohmetbar kir, lê herduyan ew tohmet red kirin.[2]

Çalakiyên rêxistinê biguhêre

Alayên Spî ji aliyê Iraqê ve weke rêxistineke terorîst tê dîtin. Di dawiya sala 2017an de, parlementerekî Tirkmene iraq rêberên Kurd bi piştgirîkirina girûpê tawanbar kir. Ev yek ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat redkirin.[4] Kom gelek taktîkên gerîla yên mîna Talîbanê bikar tîne. Her wiha kemîn û teqemeniyan bi kar tînin. Her wiha hawan û roketan jî bi kar tîne. Grûp li Kerkûk û Tûzxurmatu û derdora wê tevdigere û gelek caran êrişî zeviyên petrolê, baregehên artêşa Iraqê, milîsên tirkmen û avahiyên li herêmê kiriye.[5]

Binêre biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Al-awsat, Asharq. "Middle-east Arab News Opinion". aawsat.com. Ji orîjînalê di 23 çiriya pêşîn 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 kanûna paşîn 2019.
  2. ^ a b Bill Gertz (14 adar 2018). "Shadowy Terrorist Group Emerges in Iraq". The Washington Free Beacon. Ji orîjînalê di 14 adar 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 çiriya pêşîn 2018.
  3. ^ Akgungor, Ilker (17 kanûna pêşîn 2017). "Barzani'nin 'Beyaz bayraklısı' yakalandı!". Medium.
  4. ^ "After ISIS black flags, Iraq faces 'White Banners' threat - The Arab Weekly". Ji orîjînalê di 9 sibat 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 7 adar 2018.
  5. ^ Tom Westcott (31 kanûna paşîn 2018). "No surrender: 'White Flags' group rises as new threat in northern Iraq". Middle East Eye. Ji orîjînalê di 31 kanûna paşîn 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 7 adar 2018.