Acar (bi gurcî: აჭარლები) navê berekê gurcî ye.

Acar
Gelhe tevahî
~ 1.800.000
 Gurcistan 560.000
 Tirkiye 150.000 - 1.200.000[1][2][3]
Baweriya dînî
Îslam

Acar pirranî li herêma otonom a Acaristanê dijîn ku di dema YKSSê de ji wan re otonomî hatibû danîn. Li Tirkiyê bajarê Artvin û li Kurdistanê li Mezra, Erdêxan, Îdir û Erziromê hatine bicihkirin. Li Kurdistanê ji wan re pirranî Mihacir tê gotin. Osmaniyan û dewleta Tirk pêl bi pêl kom û berên Tirk an misilman anîne li Kurdistanê bicihkirine. Yek ji wan jî Acar in. Li Kurdistanê gundên mihaciran xwedî elektrîk, rê, dibistan û hemî pêdiviyan in lê mixabin ên Kurdan ne wisa ne. Ev yeka han di nava gelan de tamsariyê pêktîne.

Gelê Acar zimanê Acarî diaxivin ku ev zaraveyekî gurcî ye. Ji aliyê olî ve misilman û sunnî ne. Hin ji wan ên ku li Tirkiyê dijîn xwe wekî "Tirkên xas" binavdikin û di nava sazûmaniya dewletê de cihên bilind bidest xistine.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ https://minorityrights.org/minorities/Turkey_2/
  2. ^ "Ethnic groups in Turkey: Georgians". Archived from the original on 6 October 2014. Retrieved 11 August 2013.
  3. ^ Ethnic Groups Worldwide: A Ready Reference Handbook, p. 291, at Google Books