A. Bedir

nivîskar û helbestvanê kurd

A. Bedir (jdb. 1981, li Wanê, Bakurê Kurdistanê) nivîskar û helbestvanekî kurd e.

A. Bedir
Jidayikbûn1ê kanûna paşîn a 1981ê (43 salî)
Erdîş, Wan, Bakurê Kurdistanê, Tirkiye
PîşeNivîskar, helbestvan
Zimanê nivîsinêKurdî, tirkî
NeteweKurd
biguhêreBelge

Jiyan biguhêre

A. Bedir di sala 1981ê de li Geliyê Zîlan ê navçeya Erdîşê ku bi ser bajarê Wanê ve ye ji diya xwe dibe. Zanîngeha Stembolê beşa derûnnasiyê xwendiye. Avakarê Wêjeya Dengbêjesk e.[1] Bi stîla dengbêjan helbest û romanan dinivîse, edebiyate bi navê "Wêjeya Dengbêjesk" ava kiriye. Bi vê stîlê pirtûka Xemzêm nivîsandiye.

Helbestên wî yên li ser feysbûkê yên bi tirkî bi daxwaza weşanxaneya Tilki Yayınları û keda helbestvan Yelda Karataş pirtûka bi sernavê Heba Mezadı jî hatiye weşandin. Lê belê, piştî vê pirtûkê, A. Bedir, bi tirkî nenivîsiye.[2]

Berhem biguhêre

  • Heba Mezadı, Helbest, bi tirkî, Weşanên Tilki, 2014
  • Xemzêm, Helbest, Weşanên JJ, 2016
  • Warê Firaran, Roman/Kulam, Weşanên Lîs, 2021

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Mahabad, Occo (2019). ANTOLOJIYA HELBESTVANÊN NÛJEN: Helbestvanên Bakur. Na Yayınları. r. 17. ISBN 978-605-9017-90-9.
  2. ^ https://www.bernamegeh.org/2019/08/11/jiyana-a-bedir/

Mijarên têkildar biguhêre