A. Bedir
nivîskar û helbestvanê kurd
(Ji A. Bedîr hat beralîkirin)
A. Bedir (jdb. 1981, li Wanê, Bakurê Kurdistanê) nivîskar û helbestvanekî kurd e.
A. Bedir | |
---|---|
Jidayikbûn | 1ê kanûna paşîn a 1981ê (43 salî) Erdîş, Wan, Bakurê Kurdistanê, Tirkiye |
Pîşe | Nivîskar, helbestvan |
Zimanê nivîsinê | Kurdî, tirkî |
Netewe | Kurd |
biguhêre |
Jiyan
biguhêreA. Bedir di sala 1981ê de li Geliyê Zîlan ê navçeya Erdîşê ku bi ser bajarê Wanê ve ye ji diya xwe dibe. Zanîngeha Stembolê beşa derûnnasiyê xwendiye. Avakarê Edebiyata Dengbêjesk e.[1] Bi stîla dengbêjan helbest û romanan dinivîse, edebiyate bi navê "Edebiyata Dengbêjesk" ava kiriye. Bi vê stîlê pirtûka Xemzêm nivîsandiye.
Helbestên wî yên li ser feysbûkê yên bi tirkî bi daxwaza weşanxaneya Tilki Yayınları û keda helbestvan Yelda Karataş pirtûka bi sernavê Heba Mezadı jî hatiye weşandin. Lê belê, piştî vê pirtûkê, A. Bedir, bi tirkî nenivîsiye.[2]
Berhem
biguhêre- Heba Mezadı, Helbest, bi tirkî, Weşanên Tilki, 2014
- Xemzêm, Helbest, Weşanên JJ, 2016
- Warê Firaran, Roman/Kulam, Weşanên Lîs, 2021
Çavkanî
biguhêre- ^ Mahabad, Occo (2019). ANTOLOJIYA HELBESTVANÊN NÛJEN: Helbestvanên Bakur. Na Yayınları. r. 17. ISBN 978-605-9017-90-9.
- ^ https://www.bernamegeh.org/2019/08/11/jiyana-a-bedir/