Şorbeya kardiyê, avsîra kardiyê, şorbeya ku ji kardîyê tê çêkirin e. Kardî yek ji pincarên tên berhevkirin e. Kardî bi xavî nayê xwarin, heger bixwin dikarin sîmptomên bijehrêketinê bitetikîne. Gorî baweriyan kardî li her kesê nayê.

Kardiyê wekî guliyên porê jinê dirêsin. Radixin be tavê daku hişk bibe. Viya zivistanê dertînin. Pakij dişon û tîke dikin. Heya hat xwarinê dikelînin.

Kardiya kelandî ya darivandî dixin nav çênca ji rûnê bi îsota sor (an tûj) qijilandî ku di navê de pîvaz, sîr (ne mecbûrî ye) hene. Bi hev re dîsa dikelînin, wekî şorbenîskê.

Li hin deveran dan, nok an rizê jî tevlî dikin. Daxwaz hebe beriya bînin ser destexaneyê ava lîmonê jî dixinê. Tehma şorbeya kardiyê gelek xweş e.

Li herêma Serhedê, bi taybetî li parêzgehên Erzîrom, Çewlîg, Mûşê bi biharan gundî kardiyê berhev dikin û bo xwarina zivistanê hişk dikin.

Di bijîşkiya gelêrî ya kurd de biguhêre

Kardî di bijîşkiya gelêrî ya kurd de, wekî riwekeke hêza sîstema parastinê ya laşê mirov zêde dike, tê zanîn. Dibêjin li dijî şêrpenceyê jî kêrbar e lê lêkolîneke zanistî nehatiye kirin. Kurd divê bêî bijîşkên xwe derbareyê tenduristiyê de bi gotina kesê nekin. Ji agahiyan sûdê werbigirin lê tenê bi gotina bijîşkan bikin. Wîkîpediya kurdî berpirsiyariyê wernagire, li kesî temiyan nake.