Şorbenîsk, yek ji şorbeyên navdar e, di pêjgeha kurd de. Ji av, nîskê ye. Hin kes pîvazê nakinê. Herwiha bi biharbêhnan (biharat) tê çêjdarkirin.

Şorbenîska parêzgeha Qersê
Cureyeke şorbenîskê

Berkeliya şorbenîska Qersê biguhêre

  • 5 stekan (qedeh) av
  • 2 serî pîvaz
  • 2 stekan nîska sor
  • Nîvê stekana avê rûnê ron
  • 1 kevçî mergeya fringiyê (ava bacanê sor, salçe)
  • Kevalek, tabletek ava mirîşkê (tên firotin)
  • 1 kevçî îsota sor
  • 1 kevçî pûjana hişkkirî (tihtavik)

Çêkirin biguhêre

Pîvazên xwe hûrane hûrbikin, di nava rûn de biqijilînin. Nîska xwe pakij bişon (di pênc avê de). Nîska xwe bi tevî merge, ava mirîşkê berdin ser pîvazan. Ava kelî rokin navê û bi vê awayî 10 deqeyan bikelînin.

Bi sefînokek, parzûnkerek ku hûrikî parzûn dike, xwarina xwe parzûn bikin. Ev ji bo parçekirina nîskan e jî. We parzûn kir, viya dîsa berdin quşxaneyê, kelekê din jî pê bînin.

Pûjan, îsota sor, xwê bixinê, kelekê jî pê bînin. Heger nekeliya, nermijî nebûne nîsk, agirê xwe nizm bikin, heya nîsk nermijî bûn bikelînin.

Ev ne standard e. Li hin deverên Kurdistanê hestiyekê diavêjin nava xwarinê û bi saetan dikelînin. Dîsa hin kes mergeyê tevlî nakin.