Şorbeya Gurgumê

şorbeya kurdî

Şorbeya Gurgumê, şorbeya Meraşê cure şorbeyeke kurdan ku pirranî li parêzgeha Gurgumê, di nava êla Sînemiliyan de tê xwarin. Herwiha li Riha, Dîlok, Erdêxan, Sêwas û li herêma Serhedê jî gelek tê xwarin. Bi tirkî navê viya kirine Ezo Gelin çorbası yan Maraş çorbası.

"Ezo Gelin"

Li ser daxwazê hin berkelî lê kêm an zêde tên kirin. Terîfeya wê ya standard ev e:

Berkelî biguhêre

  • 2 KX (kevçiyê xwarinê) ard (arvan)
  • 1 Stekan (qedeh) riz (birinc)
  • 6 stekan ava goştê mirîşkê
  • 2 KX rûnê nivîşkî
  • 2 serî pîvaz
  • 2 KX merge (ava bacanê sor, ava fringiyê, salçe)
  • 1 stekan nîska sor
  • Pûjan (nane, tihtavika hişk a biharatî)
  • Xwê
  • Îsota sor

Çêkirin biguhêre

  1. Rûnê xwe berdin quşxaneyê, bihelînin
  2. Pîvaza xwe kûbkî hûrbikin, berdin nava rûn, heya zerayî pê ket biqijilînin.
  3. Ardê xwe pê werbikin, tevdin lê neşewitînin.
  4. Ava goşt berdinê, bi tevdanê bikelînin
  5. Nîskê xwe bişon, amade bikin.
  6. Riza xwe amadebikin.
  7. Berê mergeyê, paşê nîskê û bi qasî 4-5 deqeyan şûnde jî birincê berdinê, tevdin.
  8. Xwê, pûjan û îsotê pê werbikin.
  9. 9- Heya nîsk û birinc nermijî bûn, hatin zirêyê bikelînin.

Êdî dikare were ser destexaneyê.