Şikesteka rojhilatê Anatolyayê

Şikesteka rojhilatê Anatolyayê yan jî Qelşa[1] rojhilatê Anatolyayê, şikestekek li Bakurê Kurdistanê ye ku ji bi meyla ji bakur ve ber rojava ve yan jî ber bi Deryaya Navîn ve diçe. Şikesteka rojhilatê Anatolyayê di navbera Lewheya Anatolyayê û Lewheya Erebistanê ya ku ber bi bakur ve diçe, sînorê tektonîkî yên tîpa veguherînê pêk tîne. Bi Şikesteka bakurê Anatolyayê re lihevketina Lewheya Awrasyayê û Lewheya Anatolyayê û şidandina Lewheya Anatolyayê ku ji aliyê Lewheya Ewrasyayê pêk tê, tevgera Lewheya Anatolyayê ya ber bi rojava ve pêk tîne.

Nexşeya Deşta Anatoliyayê, ku Şikesteka rojhilatê Anatolyayê nîşan dide.

Şikesteka rojhilatê Anatolyayê ji sêxala Mereşê ya li dawiya bakurê Veguherîna Deryaya Mirî dest pê dike ber bi bakurê rojhilatê ve diçe û li sêxala Kanîreşê diqede û li wir digihêje Şikesteka bakurê Anatolyayê.

Erdhejî biguhêre

Ji sala 1939an heta 1999an rêzek erdhejan ber bi rojava ve ji Şikesteka bakurê Anatolyayê ve ber bi Şikesteka rojhilatê Anatolyayê ve çûn. Lê ji sala 1998an vir ve li ser rêzeke erdhej li ser Şikesteka rojhilatê Anatolyayê hebûn. Ev bi erdheja 1998an a Edene-Ceyhanê dest pê kirin û di nav van erdhejan de Erdheja Çewlîgê ya sala 2003an, Erdheja Xarpêtê ya sala 2010an, Erdheja Xarpêtê ya sala 2020an û Erdheja Pazarcixê sala 2023an pêk hatin.[2][3][4]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Abdurrahman Önen (2008). Ferhenga Erdnîgarîyê. Doz, Stembol.
  2. ^ "earthquake.usgs.gov/earthquakes".
  3. ^ Sullivan, Helen; Ambrose, Tom; Abdul, Geneva; Belam, Martin; Beazley, Jordyn; Lock, Samantha; Sullivan (now), Helen; Lock (earlier), Samantha (7 sibat 2023). "Thousands killed in major quakes – as it happened". the Guardian (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 10 sibat 2023.
  4. ^ "www.newscientist.com/article/dn21083-turkey-earthquake-reveals-a-new-active-fault-zone.html".