Kanîreş, Bîngol
Kanîreş (di nexşeyên sala 1932/1934'an de weke Bingöl û Kale tê dîtin; bi tirkî: Karlıova), navçeyekê bajarê Bîngolê ye. Navçe di hêla çiyan da hatiye dorpêçkirin û navê wê 1938'an da hatiye guhertin û bûye Karlıova. Heta wê demê gundekî bi Gêxiyê va girêdayî bûye. Bilindayiya wê 1940 m, rûpîvana wê 1349 km2 ye.di navçeyê de çiya û erdên kend û kosp pirtirin.Erdên navrast biqasî %7.5 e.
Navçeya Kanîreşê Karlıova | |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Bîngol (parêzgeh) |
Serbajar | Kanîreş |
Qeymeqam | Mehmet Ali Öztürk |
Hejmara nahiyan | 2 nahiye |
Hejmara bajarokan | 1 bajarok |
Hejmara gundan | 48 gund |
Gelhe (2008) | 32.569[1] kes |
Rûerd | 1.392 km2 |
Berbelavî | 23,4 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2008) | 6.851 kes |
Koordînat | 39°17′49″Bk 41°0′45″Rh / 39.29694°Bk 41.01250°Rh |
Rûerd | ê km2 |
Erdnîgarî biguhêre
Çiya biguhêre
Çiyayên li dora Kanîreşê:
- Kox (Çîyayê Bîngolê) 3250 m, Çiyayê Çavreşî yê 2793 m, Çiyayê Şerevdînê 2544 m û Çiyayê Qertalixê X m bilind in.
Hilhatina rojê li li dinê du ciyan tê temaşekirin ji van her du ciyan yek jî Kox da ye (Çîyayê Bîngolê). 47 gund pêva girêdayê ne. Çiyayên wekî qertalix û xirxal jî hene.
Deşt biguhêre
Deşta herî mezin Deşta Gonîgê ye
Çem biguhêre
Sê çemên henin lê derfetê dirêjiya wan da agahî nîne.
- Çemê Periyê, Dêrsimeda digîhê Mûnzûrê.
- Çemê Gonigê, di Darahêneda digîhe Miradê.
- Çemê Kêşê, di Gimgimê da derbz dibi û bajarê Mûşê da digîhê Miradê.
Zozan biguhêre
Navçê zêdetir bi zozanê xwe navdar e:
- Zozanê Şerevdîne û Zozanê Çewligê ên herî navdar in. Dîsa Zozanê Xirxalê û Zozanê Çavreşîye di nava tixûbên navçeyê da ye. ji ber van Zozanan pezen wêyên sor di Serhedê da û hingivên wir li her derê pir navdarên.
Germav biguhêre
Di gundê Hemzan da germavek he ye
Gol biguhêre
Şikeft biguhêre
Şikefta Kupikê, li gundê Kupikê ye, li ser dîwarên şikeftan hinik verojtinên dema kevirî henin.
Rêje (Komir) biguhêre
Li Xelîfan û Kûrîkê da rêjeya lînyit heyê. Rezerva hatiye dîtin 88.844.000 ton, rezerva tê şuxilandin 56.545.000 ton hatiyê tespîtkirin.
Hijmara kesan biguhêre
Nifûsê navçê nêzîke 6500 kesan e.
Demsal biguhêre
Li vî navçê zivistan gelek dirêje û sarê bi mêtroyan berf dibare. Zivistana vî bajaroke di meha 11 da destpê dike heyan nîvê nîsanê didome. Ji nîvê Nîsanê şûnva bihar destpêdike bihar bi baran derbaz dibi le mixabin bihar li vir kine. Havîn bi hûnikayî derbaz dibe.
biguhêre
Çavkanî biguhêre