Şikesteka bakurê Anatolyayê

Şikesteka bakurê Anatolyayê şikesetekî li Bakurê Kurdistanê ye ku bi meyla rast-alî ber bi bakur ve diçe û li ser sinorê di navbera Lewheya Ewrasyayê û Lewheya Anatolyayê de ye. Şikesteka bakurê Anatolyayê şikestekek veguherînerê (transformasyon) parzemînî ye. Şikestek bakurê Anatolyayê ji Bakurê Kurdistanê, ji sêxala Kanîreşê bi veqetîna xala Şikesteka rojhilatê Anatolyayê ve bi dirêjahiya 1500 kîlomêtreyê ber bi Deryaya Egeyê, Deryaya Marmarayê û ber bi bajarê Stenbolê ve dirêj dibe. Şikesteka bakurê Anatolyayê ji gelek aliyan ve dişibe Şikesteka San Andreas a Kalîforniyayê. Her du jî şikestekên veguherîner parzemînî ne û bi dirêjahî û bi rêjeyên şemitandinê ve wekhev in.

Nexşeya Deşta Anatoliyayê ku Şikesteka bakurê Anatolyayê û Şikesteka rojhilatê Anatolyayê nîşan dide.

Erdhejî biguhêre

Ji erdheja Erzinganê ya sala 1939an û vir ve 7 erdhejên bi mezinahiya 7,0 pileyî li ser Şikesteka bakurê Anatolyayê pêk hatine.[1][2] Erdhejzanên ku li ser vê şêwazê lêkolîn dikin bawer dikin ku erdhejê şikestekê dikare erdhejek din li pey xwe çêbike.[3] Bi lêkolînkirin a zextên li ser xeta ku ji ber her erdhejek mezin çêdibin, wan karîbûn şoka ku di tebaxa sala 1999an de li bajarê Îzmitê bi bandorek wêrankar pêk hatiye, pêşbînî bikin. Tê fikirîn ku zincîre ne temam e dibe ku di demek nêzîk de erdhejek li rojavayê şikestekê û dibe ku li nêzî bajarê pir niştecîh a Stenbolê pêk were.[4]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Latest Earthquakes". earthquake.usgs.gov. Roja gihiştinê 11 sibat 2023.
  2. ^ "academic.oup.com". academic.oup.com. doi:10.1111/j.1365-246x.1997.tb05321.x. Roja gihiştinê 11 sibat 2023.
  3. ^ "BBC - Science & Nature - Horizon - Earthquake Storms". www.bbc.co.uk. Roja gihiştinê 11 sibat 2023.
  4. ^ "İstanbul depremi ne zaman olacak? Prof. Dr. Naci Görür'den Marmara depremi için kritik açıklama". www.ntv.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 11 sibat 2023.