Şanoya Mezin a Rebatê

Şanoya Mezin a Rabatê (bi fransî: Grand Théâtre de Rabat; bi erebî: المسرح الكبير للرباط)[1] navendek mezin a hunerên şanoyê ye ku li Rebatê, paytexta Marokoyê tê avakirin. Avahî ji aliyê Zaha Hadid û fîrmaya wê ya avahîsaziyê Zaha Hadid Architects ve hatiye xêzkirin.[2] Plansazkirina projeyê di sala 2010ê de hat kirin û avahî bi fermî di 7ê cotmeha 2014ê de hat destpê kirin. Temamkirina projeyê ji bo dawiya sala 2019ê hate plan kirin. Avahî di nav projeyên dawîn de ye ku Zaha Hadîd beriya mirina wê di sala 2016ê de çêkiriye.[3]

Şanoya Mezin a Rebatê
  • Şano Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
34°01′32″Bk 6°48′57″Ra / 34.025586°Bk 6.815767°Ra / 34.025586; -6.815767
DewletMaroko Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
Dema avabûnê
  • 2010 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Avakirina şanoyê beşek ji destpêşxeriya neteweyî ya berfireh e, ku ji aliyê key Mohammed VI ve ji bo pêşvebirina huner û pêşkeftina çandî hate meşandin. Tê plankirin ku Şanoya Mezin bibe yek ji navendên navçeyek nû ya 110 hektarî li peravên çemê Bou Regreg. Di vê navendê de wê navendên danûstendinê (mall), deverên niştecîh, arşîvek neteweyî, muzeyek nû ya arkeolojîk, û navçeyek karsaziyê bi balaxaneyên li kêleka çemê Salé.[4]

Dîzayna ziravî ya avahiyê îlhama xwe hem ji quntara çemê nêzîk, û hem jî ji estetîka kelîgrafiya erebî digire. Di avahî de şanoya navxweyî ya bi 1800 kursî û amfîtiyatroya vekirî ya bi 7000 kursî heye.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "Archnet > Site > Grand Théâtre de Rabat". www.archnet.org. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2024.
  2. ^ "Grand Théatre de Rabat". zaha-hadid.com.
  3. ^ "The late Zaha Hadid leaves behind a masterpiece (theatre) in Rabat, Morocco". autodesk.com.
  4. ^ Saleh, Heba (4 çiriya paşîn 2017). "Morocco's ambitious plans for artistic reinvention of Rabat". Financial Times. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2024.