Rebat (paytext)
Rebat (bi erebî: الرباط, ar-Ribāṭ, bi berberî: ⴰⵕⴱⴰⵟ, Aṛṛbaṭ, bi fransî: Rabat) paytexta Marokoyê ye û heftemîn bajarê herî mezin ê welat e ku li gorî daneyên sala 2014an nifûsa bajarî bi qasî 580.000 kes û nifûsa metropolê jî zêdetirî 1,2 milyon kes e. Di heman demê de bajêr paytexta herêma îdarî ya Rabat-Salé-Kénitrayê ye. Rebat li ser peravê Okyanûsa Atlantîk û li ser peravê çemê Bouregreg (Ebû Reqraq) hatiye avakirin.
Rebat
ⴰⵕⴱⴰⵟ | |
---|---|
| |
الرباط | |
Rebat li ser nexşeyê | |
Koordînat: 34°1′31″Bk 6°50′10″Ra / 34.02528°Bk 6.83611°Ra | |
Dewlet | Maroko |
Li beşa îdarî | |
Paytexta |
|
Dema avabûnê | 1146 |
Îdarî | |
• Şaredar | Fatiha El Moudni (National Rally of Independents, 2024–) |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 118 km2 (46 sq mi) |
Bilindahî | 87 m (285 ft) |
Nifûs | 572.717 (2014) |
Dem | |
Koda telefonê | 537 |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Rebat di sedsala 12an de ji aliyê damezrînerên bajêr ji aliyê muwehîdan (almohadan) ve hatiye avakirin. Bajar di destpêkê de mezin bû lê piştî hilweşîna muwehîdan re ket nav heyamek paşveçûnek dirêj û di sedsala 17an de, Rebat dibe penagehek ji korsanên berberî. Dema ku fransiyan di sala 1912an de li Marokoyê parêzgehek ava kirin, Rebat dikin navenda îdarî ya xwe. Dema ku Maroko di sala 1955an de serxwebûna xwe bi dest xist Rebat dibe paytexta welatê.
Rebat, bi Temara û Salé re zêdetirî cihwarek bajarî ye ku 1,8 milyon kes lê jiyan dikin. Pirsgirêkên siltê rola Rebatê wekî benderê kêm kiriye lê Rebat û Salé hêj jî pîşesaziyên girîng ên tekstîlê, hilberîna xwarinê û hilberîna pîşesaziya avahîsaziyê diparêzin. Wekî din, turîzm û hebûna hemî balyozxaneyên biyanî li Marokoyê, Rebat dike yek ji bajarên herî girîng ê welat. Paytexta Marokoyê ji hêla CNNê ve di rêza duyem ê rêza "cihê herî populerê gerr a sala 2013an" de cih digire.[1] Bajar yek ji çar bajarên împeratorî yên Marokoyê ye û medînaya Rebatê wekî Mîrateya Cîhanê tê navnîş kirin. Rebat bi trênê, bi pergala ONCF û bi balafirê bi rêya balafirgeha Rebat-Salé ya nêzîk ve tê gihîştin.
Dîmenên ji bajêr
biguhêre-
Katedrala Saint-Pierre.
-
Birca Hassan, Rebat.
-
Sûrên bajêr, tevî Bab el-Had (li aliyê çepê).
-
Avenue Mohammed V, Rebat.
-
Qada Pietri, Rebat.
-
Navçeya Riad, Rebat.
Çavkanî
biguhêre- ^ CNN, Lara Brunt,Special to (1 kanûna paşîn 2013). "Top travel destinations for 2013". CNN (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 14 îlon 2023.
{{cite web}}
:|paşnav=
sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
Girêdanên derve
biguhêreLi Wikimedia Commons medyayên di warê Rebat (paytext) de hene
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |