Dame Zaha Mohammad Hadid, (bi erebî: زها حديد, Zahā Ḥadīd, Zeha Hedîd; jdb. 31 çiriya pêşîn 1950 – m. 31 adar 2016) mîmar, hunermend û sêwiranereke brîtanî-iraqî bû ku di dawiya sedsala 20an û destpêka sedsala 21an de wekî kesayetiyek sereke di beşa mîmariyê de hate naskirin. Hedîd li Bexdayê (Iraq) ji dayik bû [1], lîsansê matematîkê wergirt û paşê xwe li Dibistana Mîmarî ya Komeleya Mîmarî di sala 1972an de tomar kir. Hadîd ji bona "ji nû ve vekolîna ceribandinên şikestî û neceribandiniyên Modernîzmê [...],“ wênesaziyê wekî amûrek sêwiranê û abstrakasyon wekî prensîpek lêkolînê bikardianî ku qadên nû yên avahîsaziyê derxîne holê. [2]

Zaha Hadid
Navê rastî
زها حديد Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn31 çiriya pêşîn 1950 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin31 adar 2016 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Miami Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêMirina masûlkeyên dil li ser wîkîdaneyê biguhêre(Sedemên sirûştî)
Cihê goristanêgoristana Brookwoodê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîKeyaniya Yekbûyî, Iraq Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Architectural Association School of Architecture (1972–1977)
  • American University of Beirut
  • Berkhamsted School Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Xebat
  • Sheikh Zayed Bridge
  • London Aquatics Centre
  • Heydar Aliyev Cultural Center
  • Guangzhou Opera House
  • Contemporary Arts Center Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Mohammed Ali Haded Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
Xelat
  • Stirling Prize (2010)
  • Dame Commander of the Order of the British Empire (2012)
  • Pritzker Architecture Prize (2004)
  • Praemium Imperiale (2009)
  • Royal Gold Medal (2016) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.zaha-hadid.com Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ew ji hêla The Guardian ve wekî "Qiralîçeya kêşeyan" hate binavkirin[3], ya ku "geometriya mîmarî azad kir û bi vî awayî nasnameyeke nû ya îfadeyê da mîmariyê". [4]  Di nav xebatên wê yên sereke de Navenda Aquatics London ji bo Olîmpiyadên 2012, Muzexaneya Hunerê ya Berfireh (Broad Arts Museum), Muzexaneya MAXXI ya Romayê û Opera Guangzhou hene. [5] Hin xelatên wê piştî mirinê hatine pêşkêşkirin, di nav de peykerê ji bo Xelatên Brit (Brit Awards) 2017. Gelek avahiyên wê di dema mirina wê de hîn di bin çêkirinê de bûn, di nav de balafirgeha navneteweyî ya Daxing li Pekînê û Stadyûma al-Wakrah li Qatarê, cihek ji bo Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2022. [6][7]

Hadîd jina yekem bû ku di sala 2004 de Xelata Mîmarî ya Pritzker wergirt. [8]  Wê di sala 2010 û 2011 de xelata mîmarî ya herî bi prestîj a Keyaniya Yekbûyî, Xelata Stirling, wergirt. Di 2012 de, ew ji hêla qralîçe Elizabeth II ve ji bo karûbarên mîmariyê sernavê „Dame“ wergirt û di Sibata 2016 de, meha beriya mirina wê[9], bû jina yekem ku ji Enstîtuya Qiraliyetê ya Mîmarên Brîtanî hat xelatkirin. [10]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Zaha Hadid | Biography, Buildings, Architecture, Death, & Facts | Britannica".
  2. ^ Serrazanetti, Francesca; Schubert, Matteo, edîtor (2011). Zaha Hadid: Inspiration and Process in Architecture. China: Moleskine. r. 56. ISBN 9788866130048. Technology's rapid development and our ever-changing lifestyles created a fundamentally new and exhilarating backdrop for building, and in this new world context I felt we must reinvestigate the aborted and untested experiments of Modernism – not to resurrect them, but to unveil new fields of building.
  3. ^ "Queen of the curve' Zaha Hadid died at aged 65 from heart attack". The Guardian. 29 çiriya paşîn 2016. Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2018.
  4. ^ Kimmelman, Michael (31 adar 2016). "Zaha Hadid, Groundbreaking Architect, Dies at 65". The New York Times. ISSN 0362-4331.
  5. ^ Kamin, Blair (1 nîsan 2016). "Visionary architect 1st woman to win Pritzker". Chicago Tribune. r. 7.
  6. ^ "Dame Zaha Hadid's Brit Awards statuette design unveiled". BBC News. 1 kanûna pêşîn 2016. Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2018.
  7. ^ Johnson, Ian (24 çiriya paşîn 2018). "Big New Airport Shows China's Strengths (and Weaknesses)". The New York Times. Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2018.
  8. ^ Nonie Niesewand (adar 2015). "Through the Glass Ceiling". Architectural Digest. Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2018.
  9. ^ "Zaha Hadid receives Royal Gold Medal". architecture.com.
  10. ^ "Dame Zaha Hadid awarded the Riba Gold Medal for architecture". BBC News. Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2018.