Mîmar

kesê/a ku bînayan dîzayn û plan dike

Mîmar ji kesên ku plan, dîzayn û çavdêriya avakirina bînayan dikin re tê gotin.[1] Tetbîqkirina mîmariyê tê vê maneyê ku meriv xizmetekê dide ji bo dîzaynkirina bînayan û derdora wan, yên ku mexseda wan a sereke rûniştina mirovan e.[2]

Mîmar

Dibe ku li cihekî şertên meslekî ji bo mîmaran ji cihekî din cuda be. Qerarên mîmaran tesîrê li ewlehiya giştî dikin, lewma gerek mîmar perwerdeyeke meslekî ya taybet bistîne da ku karibe mîmariyê tetbîq bike. Gerek ev prosesa perwerdeyê ji perwerdeya bilind[3] û ji stajeke ji bo bidestxistina tecrûbeya tetbîqî pêk were. Şertên tetbîqî, teknîkî û akademîk ji bo ku yek bibe mîmar li gorî cihan diguhere. Lê belê di pêşketina mesleka mîmariyê de xwendina resmî li saziyên akademîk xwedî roleke muhîm e.

Dîrok biguhêre

 
Filippo Brunelleschi di dîrokê de wekî yek ji mîmarên herî afirîner û jêhatî tê qebûlkirin.

Di seranserê dîroka kevnar û serdema navîn de, piraniya dîzayn û înşeata mîmariyê ji aliyê sen'etkarên wekî hostayên dîwaran û necaran ve pêk anîn. Heya wextê modern di navbera mîmar û endezyar de cudahiyeke zelal tinebû.

Tê pêşnîyazkirin ku pêşketinên muxtelif di teknolojî û matematîkê de hişt ku mîmarê profesyonel ê 'birêz' bi riya veqetîna ji sen'etkaran çêbe. Kaxez heya sedsala 15an li Ewropayê ji bo xêzkirinê nedihat bikaranîn, lê piştî 1500an zêdetir peyda bû. Qelem piştî sala 1600an zêdetir ji bo xêzkirinê hat bikaranîn. Liberdestbûna her duyan destûr da ku nexşeyên berî avakirinê ji aliyê pisporan ve werin çêkirin.[4] Lêbelê, pêşketin gav bi gav bû. Heya sedsala 18an ji bilî projeyên mezin, bîna ji aliyê sen'etkaran ve hatine dîzaynkirin û avakirin.[4][5]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "What's the difference between an architect and a building designer?". BUILD (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 3 adar 2021.
  2. ^ "The Nova Scotia Legislature". Office of the Legislative Counsel. Nova Scotia House of Assembly. 2006. Ji orîjînalê di 21 tîrmeh 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 8 adar 2019.
  3. ^ Czcibor-Piotrowski, Andrzej (2000). "The Profession and Discipline of Architecture: Practice and Education". Discipline of Architecture. University of Minnesota Press. r. 293. ISBN 978-0-8166-3665-5. JSTOR 10.5749/j.cttttqm2.18.
  4. ^ a b Pacey, Arnold (2007). Medieval Architectural Drawing: English Craftsmen's Methods and Their Later Persistence (c.1200-1700). Stroud: Tempus Publishing. rr. 225–227. ISBN 978-0-7524-4404-8.
  5. ^ Vardhan, Harsh. "Different types of work by architects". Archibuddy. Ji orîjînalê di 17 adar 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 17 adar 2018.

Girêdanên derve biguhêre