Şahkobra
Tu dikarî vê gotarê ji gotarên wekhev ên Wîkîpediyayên tayî, viyetnamî û malayalamî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Şahkobra | |
---|---|
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Reptilia |
Kom: | Squamata |
Binekom: | Serpentes |
Famîle: | Elapidae |
Cins: | Ophiophagus |
Cure: | O. hannah |
Navê zanistî yê latînî | |
Ophiophagus hannah Cantor, 1836 | |
Belavbûna Şahkobrayê |
Şahkobra (Ophiophagus hannah), cureyekî marên mertal e ku ew marê jehrî mezintir li ser rûyê Erdê ye.
Belavbûn û jîngeh
biguhêreŞahkobra li deverên Hindistanê û başûr-rojavayê Asyayê belavdibe û daristanan dijî ye.
Şayes
biguhêreŞahkobra, ew marê jehrî tewrê dirêj di Cîhanê, ku dirêjiya wî dighê 5,7 m[1]. Ev cureyê ku bi taybetî marên din dixwe, li gelek daristanên Hindistanê têne dîtin. Tevahiya ku navê wî kobra (cobra), lê ne ji cinsê kobra (Naja) ye. Serê şahkobra pehn û nizm e. Rengê paşiya wî qehwe-zeytûnî an reş û rengê pêşiya wî zer e.
Reftar
biguhêreXwarin
biguhêreJi navê cinsê vî şahkobrayî de xuya dike, anku navê Ophiophagus (ophio-, mar; -phagus, -xwer) ji zimanê yewnanî hatiye, ku wateya wê "marê marxwer". Şahkobra, marê cirdon di pir caran dixwe, lê ta maregîskên (marên jehrî) din dikane bixwe.
Pirbûn
biguhêreŞahkobra bi hêkan pir dibe. Şahkobrayê mê di navbera 20- 50 hêk dike di mehên Avrêlê, Gulan an Pûşperê û piştî 60-90 rojan wan hêkan ji qalikên xwe derkevin. Di vê demê de mê hêlîna xwe dihêlî ne û çêlikên wê bi xwe xwedî dikin.[2]
Jehr
biguhêreJehra şahkobra pêşî ji nîrotoksînan çêdibe, lê tê de kardiyotoksîk jî heye û hinek beşên din[3]. Dirûvê afirandiyên jehrawî yên din, hêmanên jehrî di hindur vî jehr ê bi gelemperî ji proteîn û polîpeptîdan çêdibin.
Pêşangeh
biguhêre-
Rûyê şahkobrayekÎ
-
Şahkobra
-
Şahkobrayekî biçûk.
Çavkanî
biguhêre- ^ Mehrtens, John (1987). Living Snakes of the World. New York: Sterling. ISBN 0-8069-6461-8.
- ^ Young, B.A. (1991) Morphological Basis of “Growling” in the King Cobra, Ophiophagus hannah. The Journal of Experimental Zoology, 260: 275-287.
- ^ Capula, Massimo (1989). Simon & Schuster's Guide to Reptiles and Amphibians of the World. New York: Simon & Schuster. ISBN 0-671-69098-1.
{{cite book}}
: Parametreya nenas|coauthors=
tê tine hesibandin (|author=
tê pêşniyazkirin) (alîkarî)
Girêdanên derve
biguhêre- http://animaldiversity.ummz.umich.edu/accounts/Ophiophagus_hannah/
- http://www.iucnredlist.org/details/177540/0
- http://www.arkive.org/king-cobra/ophiophagus-hannah/ Girêdana arşîvê 2014-03-03 li ser Wayback Machine
- http://www.youtube.com/watch?v=oni1VwObchQ%7C Vîdiyoek ser Şahkobra
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |