Goran Mehmed Uzunê
Goran Mehmed Uzunê

Mehmed Uzun (jdb. 1ê kanûna paşîn a 1953an li Siwêrekê (Riha) – m. 11ê çiriya pêşîn a 2007an li Amedê), nivîskarekî kurd bû.

Heft roman û gelek ceribandin, lêkolîn û helbest nivîsîne û weşandine. Helbesteka wî ya dirêj bi navê Destana Egîdekî ji layê hunermend Ciwan Hacoyî ve hatiye strandin. Mehmet Uzun tenê bi kurdî nanivîse, gelek berhemên bi zimanên tirkî û swêdî jî nivîsîne.

Îro hinek kes wî wekî serkêşê romana kurdî ya modern dipejirînin, her çiqas ev cihê nîqaşê be jî, lê rastî ew e ko ew ji wan kesan e ko berhemên wî herî zêde dihên xwendin û hezkirin. Bi taybetî hêjayiya romana Siya evînê û Ronî mîna evînê tarî mîna mirinê gelek berçavtir e. Ji xwe ev herdû berhem bo zimanên biyanî jî hatine wergerandin. Mehmed Uzun li sala 1953ê li gundê Siwêreka ser bi Rihayê hat dinyayê. Ji ber xebata wî ya nivîsîna bi zimanê dayikê çend caran ji aliyê desthelata tirkan ve hat zîndankirin. Her ji ber wan gefên li ser jiyana xwe, li havîna sala 1977ê ji Tirkiyê derket û heyameke dirêj li Swêdê ma.

Ew endamekî çeleng ê PENê û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Wî di sala 2001an de xelata Torgny Segerstedt wergirt.

(bêhtir…)