İsmail Beşikçi

(Ji Îsmaîl Beşîkçî hat beralîkirin)

İsmail Beşikçi (jdb. 7ê kanûna paşîn a 1939 li Îskilip, Çorim, Tirkiye)nivîskar û civaknasekî tirk e.

İsmail Beşikçi
Jidayikbûn1939 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
İskilip Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Zanîngeha Enqereyê ya Fakulteya Zanistên Siyasî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jînenîgarî

biguhêre

İsmail Beşikçi di sala 1939a de, li bajarê Çorumê, li qeza Îskîlîpê hatiye dinê. Wi di sala 1962a de li kolêja polîtik ya zanîngeha Enqere xwendina xwe ya zanistiya polîtîk qedand û di sala 1964’a de, li Erziromê, li zanîngeha Atatürk wek asîstan dest bi kar dike. Beşikci ji aliyê doçentekî bi navê Orhan Türkdoğan ji heman faqultê ji ber qaşo propagandaya marksîzmê û herêmiyê (yanî kurdîtiyê) hate şikayetkirin. Di sala 1967 da tevli Xwepêşandanên Rojhilat (bi tirkî: Doğu Mitingleri) bû û dûra li ser van xwepêşandanan lêkolînek çêkir ev lêkolîna xwe di bin navê Doğu Anadolu nun Düzeni, Sosyo-Ekonomik ve Etnik Temeller (Dezgeha Rojhilata Anatolyayê, Sosyo – aborî û bingeha etnîk) kir pirtûk û di sala 1969a de weşandin. Di sala 1969a de, ji ber çapkirina vê pirtûkê ji zanîngehê tê avêtin. Ji ber pirtûk û dîtinên xwe yên li ser kurdan, piştî darbeya 12ê adara 1971a li dijî Beşîkçî doz hate wekirin û ew hate girtin. Ji sê salî bêtir di girtîgehê de dimîne. Di sala 1979a de, ji ber pirtûk û dîtinên xwe, carek din tê girtin. Beşîkçî di navbera salên 19811987a de, şeş salan di girtîgehê de dimîne. Piştî ku tê berdan disa bi xebatên li ser kurdan mijûl dibê.

Xebatên kurdolojiyê

biguhêre

İsmail Beşikçi bi lêkolîn û nivîsên xwe yên li ser kurdan tê nasîn. Bi van nîvîs û lekolînên xwe wi bandorek mezin li ser tevgera kurdî jî kir. Ji ber van xebatên xwe bi giştî 16 sala di zîndanê de ma. Hemû li ser hev 100 sal cezayê zîndanê û 10 milyon TL ceza lê hatiye birrîn. Bêşîkçî di sala 1999a de bi guhertina hinek qanûnên tirkan û efûyek giştî serbest hate berdan û niha bêyî ku zêde deng jê bê jina xwe didomînê. Ji 36 pirtûkên wî 32 heb hatine qedexe kirin.

Bi tirkî

  • Doğu Mitinglerinin Analizi (Analîza xwepêşandanên rojhilatê), 1967
  • Doğu Anadolu da Göçebe kürt Aşiretlerinde Toplumsal Değişime (Guhertina civakî di eşîrên Kurd ên li rojhilata Anatoliyayê), 1968
  • Doğuda Değişim ve Yapısal Sorunlar (Li rojhilatê guhertin û kêşeyên strûktûral), 1969
  • Doğu Anadolu nun Düzeni, Sosyo-Ekonomik ve Etnik Temeller (Sazûmaniya rojhilata Anatoliyayê, bingehên sosyo-ekonomîk û etnîk), 1969 çapa 2.
  • Bilim Yöntemi (Rêbaza zanistiyê), 1977
  • Bilim Yöntemi, Türkiye'deki Uygulama 1 Kürtlerin Mecburi İskanı (Rêbaza zanistiyê, bikaranîna li Tirkiyeyê 1 Bicihkirina bi darê zorê ya Kurdan, 1977
  • Bilim Yöntemi, Türkiye'deki Uygulama 2 Türk Tarih Tezi, Güneş Dil Teorisi ve Kürt sorunu (Rêbaza zanistiyê, bikaranîna li Tirkiyeyê 2 Angaşta dîrokê ya Romê, Rojeziman û kêşeya Kurd, 1978
  • Bilim Yöntemi, Türkiye'deki Uygulama 3 Cumhuriyet Halk Fırkasının Tüzüğü ve Kürt Sorunu (Rêbaza zanistiyê, bikaranîna li Tirkiyeyê 3 destûrnameya Partiya Komar Gel û kêşeya Kurd, 1978
  • Cumhuriyet Halk Fırkası'nın Programı (1931) ve Kürt Sorunu (Programa Partiya Komar Gel 1931 û kêşeya Kurd)
  • Devletlerarası Sömürge Kürdistan (Kurdistan, mêtîngeha navdûgelî/navdewletî), 1990
  • Bilim, Resmi Ideoloji, Devlet, Demokrasi ve Kürt Sorunu (Zanistî, îdeolojiya fermî, dûgel, demokrasî û kêşeya Kurd), 1990
  • Bir Aydın, Bir Örgüt ve Kürt Sorunu (Ronakbîrek, rêxistinek û kêşeya Kurd), 1990
  • Tunceli Kanunu ve Dersîm Jenosidi (Zagona Tunceli û komkujiya Dêrsimê), 1990
  • Savunmalar (Berevanî), 1991
  • Hayali Kürdistanın Dirilişi (Vejîna Kurdistana xeyalî)
  • Bilincin Yükselişi (Bipêşketina hişarê)

Bi almanî:

  • Kurdistan - Internationale Kolonie, Neuer Isp Verlag 1991, ISBN 3883321885
  • Wir wollen frei und Kurden sein - Brief an die UNESCO, Neuer Isp-Verlag 2002, ISBN 3883321214

Helbestek li ser Îsmaîl Beşîkçî

biguhêre
Îsmaîl Beşîkçî

Darekê got
Em niha nikarin
Navê te li cadeke Diyarbekir kin
Kulîlkekê got
Em niha nikarin
Navê te li baxçekî nav Qamişlo kin
Kevirekî got
Em niha nikarin
Peykerekî li ser sînga Babagurgur
Ji bo te çêkin
Şiîrek got
Em niha nikarin
Navê te li kutubxaneyeke Sablax kin
Dawî Kurdistan got:
Ewê em niha karin bikin
Tenê ev e ku
Wek gul û şiîr û azadî
Te di canê xwe de hilgirin

Girêdanên derve

biguhêre