Babegurgur

(Ji Babagurgur hat beralîkirin)

Babegurgur, an jî Babegurrgurr, yek ji mezintirîn meydanên neftê yên Kurdistan û seranserî cîhanê ye, di sala 1927an de neft lê hat dîtin. Nêzîkî Kerkûkê ye.

Agirê Sermedî yê Babegurgurê
Wêneyekî kevin î Babegurgurê, petrol ji avahiya neftê dipijiqe.

Agirê sermedî

biguhêre

Babagurgur 16 km dûrî Arrapha ye, di navbera qada neftê de agirekî navdar î bi navê Agirê Sermedî heye. Dibêjin Agirê Sermedî 4000 sal e ku dişewite.

Meydanên neftê

biguhêre

Di meha kewçêra 1927an de bîra neftê ya Babegurgurê ji hêla Turkish Petroleum Company ve hate dîtin. Babegurgur yek ji sê bîrên Kerkûkê ye, yên din Xurmelle û Zurgezraw in. Mezinbûna bîra neftê 300 kîlometre çargoşe ye [1].

Girêdanên devre

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Dr. Ebdulla Xefur (2001). Cugrafyay abûrî: Neft le Kurdistanda. Stokholm.