Îngûşetya

welatê li Bakurê Qefqasyayê

Îngûşetya, bi fermî Komara Îngûşetyayê (bi îngûşî: ГӀалгӏайче, Ẍalẍayçye, bi ûrisî: Ингушéтия, Îngûşêtiya), komar û welatekî xweser ê Rûsyayê ye li Bakurê Qefqasyayê. Welat li başûr bi Gurcistan û Bakur Osetya-Alanyayê re û li aliyê rojava û bakur ve jî bi Çeçenistanê re sinor e. Paytextê welêt bajarê Magas e û bajarê herî qerebalix bajarê Nazran e. Welat bi rûbera 3.600 kîlomêtre çargoşê yek ji welatên xweser ên herî biçûk ên komara federal a Rûsyayê ye[çavkanî hewce ye].

ГӀалгӀайче Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îngûşetya
ГӀалгӀайчe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ala Mertal
Sirûd: National Anthem of Ingushetia Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îngûşetya li ser nexşeyê
Map
Paytext
  • Magas Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

43°12'Bk, 45°0'Rh
Zimanên fermî
Zimanên tên bikaranîn
  • zimanê îngûşî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Avakirin
 •  Dema avakirinê 4 hezîran 1992 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre 
 •  Rûerd 3128 kîlometre çargoşe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
 •  Giştî 515.564 (2021) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Demjimêr
  • Moscow Time
  • Europe/Moscow
  • UTC+3 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malper
http://www.ingushetia.ru Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Piştî ku Komara Sovyeta Sosyalîst a Xweser a Çeçen-Îngûşî dibe du parçe û di 4ê hezîrana sala 1992an de welatê îro ya Îngûşetiya tê damezrandin.[1] Xwemaliyên Komara Îngûşanê bi eslê xwe ji naxî e. Li gorî serjimêriya sala 2021an a Rûsyayê, nifûsa welêt bi qasî 509.541 kes hatiye texmîn kirin.[2]

Jiber serhildanên li Bakurê Qefqasya, Îngûşetiya yek ji herêmên herî feqîr û ne aram ên Rûsyayê maye. Tevî ku tundûtûjî di van salên dawî de kêm bûye,[3][4] serhildanên li welatên cîranê wekî Çeçenistanê çar caran derbasî Îngûşetiyayê bûye. Li gorî lekolînên Çavdêriya Mafên Mirovan ê di sala 2008an de, komar jiber gendeliyê gelek tawanên mezinê (ku di nav de revandin û kuştina sivîlan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên hikûmetê ve),[5] xwepêşandanên li dijî hikûmetê, êrîşên li ser leşker û efseran, hatiye bêîstiqrarkirin. Zêdebûna leşkerî ya Rûsyayê û xirabûna rewşa mafên mirovan neteweyê herêmê ne razî ye.[6] Li gel vê, Îngûşetiya xwedan bendewariya jiyanê ya herî bilind li tevahiya Rûsyayê bi 80.52 ye ku bi qasî 4 salan ji Daxistanê ya duyemîn derdixe.

Dabeşên îdarî biguhêre

  • Bajarên di bin desthilatdariya komarê de ne (gorî 2016an):     Magas (Paytext)     Nazran (Назрань)     Malgobek (Малгобек)     Karabulak (Карабулак)     Sunja (Сунжа)[7]Navçeyên îdarî:      Ceyrax (Джейрахский)     Sunja (Сунженский)     Nazran (Назрановский)     Malgobek (Малгобекский)

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "РЕСПУБЛИКА ИНГУШЕТИЯ. Социально-экономические характеристики". web.archive.org. 2 hezîran 2015. Ji orîjînalê di 2 hezîran 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 adar 2024.
  2. ^ "Wayback Machine". web.archive.org. 1 îlon 2022. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 1 îlon 2022. Roja gihiştinê 16 adar 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ Sokirianskaia, Ekaterina (12 nîsan 2016). "Russia's North Caucasus Insurgency Widens as ISIS' Foothold Grows". World Politics Review (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 16 adar 2024.
  4. ^ Walker, Shaun (4 nîsan 2017). "Why suspicion over St Petersburg metro attack is likely to fall on Islamist groups". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 16 adar 2024.
  5. ^ "Ingushetia's cycle of violence" (bi îngilîziya brîtanî). 3 çiriya pêşîn 2009. Roja gihiştinê 16 adar 2024.
  6. ^ "Reuters AlertNet - Council of Europe Failing on Russia". web.archive.org. 11 çiriya pêşîn 2008. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 11 çiriya pêşîn 2008. Roja gihiştinê 16 adar 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  7. ^ "О ПРЕОБРАЗОВАНИИ ПОСЕЛКА ГОРОДСКОГО ТИПА СУНЖА СУНЖЕНСКОГО РАЙОНА РЕСПУБЛИКИ ИНГУШЕТИЯ, Закон Республики Ингушетия от 25 ноября 2016 года No.43-РЗ". docs.cntd.ru. Ji orîjînalê di 3 adar 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 20 adar 2018.

Giredanên derve biguhêre