Îbrahîm Yûnisî
Nivîskarê kurd
Îbrahîm Yûnisî wergêr û nivîskarekî kurd bû. Ew di sala 1917[1]/1925[2]/1926[3]'an de li Baneyê (Rojhilatê Kurdistanê) ji dayika xwe bûye. Wî doktoraya aboriyê di Zanîngeha Sorbona ya Parîsê de xwendiye. Ji ber çalakiyên siyasî di sala 1954an de tê girtin û 8 sal ceza lê tê birrîn. Ew di zindanê de hînî zimanên Îngilîsî û Fransî dibe.
Îbrahîm Yûnisî | |
---|---|
Jidayikbûn | 1926 |
Mirin | 8ê sibata 2012an Tehran, Îran |
Esil | Kurd |
Hevwelatî | Îran |
Pîşe | Nivîskar, wergêr |
biguhêre |
Nivîskarê navdar bi dehan berhem nivîsandine û xwedî 60 berhemên wergerê ye, bi taybetî, ji înglîzî û fransî bo farisî.
Îbrahîm Yûnisî yê ku 86[4] salî bû, di 8'ê reşemiya 2012an de li Tehranê koça dawî kir û di roja 10'ê reşemiyê de jî termê wî li goristana Silêman Begê ya Baneyê spartin axê.
Çavkanî
biguhêreGirêdanên derve
biguhêre- http://www.aknews.com/ki/aknews/1/289186/[girêdan daimî miriye]
- http://www.peyamner.com/Kurdi/PNAnews.aspx?ID=266015[girêdan daimî miriye]
- http://pukmedia.com/kurdi/index.php?option=com_content&view=article&id=10397:bane-dr-yunisi-cu-ser-dilovaniya-xwe&catid=30:kurdistan&Itemid=389[girêdan daimî miriye]
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |