Êrîşa li ser Crocus City Hallê 2024

êrîşa li dijî sivîlan li Moskowê 2024

Êrîşa li ser Crocus City Hallê êrîşeke terorîstî ya koordînekirî ye ku di 22 adara sala 2024an de demjimêr li dora 20:00 MSK (UTC+3) de li cihê muzîkê ya Crocus City Hall li Krasnogorsk, Rûsya, li perê rojavayê Moskowê li dijî xelkên sivîl pêk hatiye. Êrîş demek kurt berî ku koma rûsî Pîknîk dest bi konsera xwe bike bi armancgirtina sivîlan ji aliyê çar êrîşkaran ve pêk hatiye. Her çar êrîşkar bi êrîşeke gulebaranî êrîş birîn li ser kesên ku li cihê merasîmê kom bibûn û bi alavên şewatê xwestin ku cihê konserê bişewitînin.[11][12][13] Hatiye ragihandin ku di êrîşê de 144 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û 551 welatî ji ber birînên çekan û ji ber "jehrîbûna" têkildarê bi dûyê agirê ve birîndar bûne.[14][15][16]

Êrîşa li ser Crocus City Hallê
Crocus City Hall, 25ê Adarê piştî êrîşa terorîstî
Map
CihCrocus City Hall, Krasnogorsk, Moskow, Rûsya
Koordînat55°49′33″Bk 37°23′25″Rh / 55.82583°Bk 37.39028°Rh / 55.82583; 37.39028
Dîrok22–23 adar 2024
20:00–11:30 (Dema Moskowê (MSK))
Cureyê êrîşê
Çek
Mirî144[4]
Birîndar551[5]
FailDAIŞ - Wîlayeta Xorasanê [2][3]
Hj. beşdaran
4[6][7]
SedemEkstremiya îslamî[2][8]
ÎthamTerorîzm (çar kes)[9][10][10]
biguhêreBelge

Dewleta Îslamî ya Parêzgeha Xorasanê (DAIŞ-KP) ku navenda rêxistinê li Efxanistanê ye ku bi Dewleta Îslamî ya heremî ve girêdayî ye di daxuyaniyekê ku bi rêya Ajansa Nûçeyan a Amaqê hatiye belavkirin ku ajanseke girêdayî DAÎŞê ye demeke kurt piştî êrîşê, êrîşê girtiye ser xwe.[17][18] Amaq piştî êrîşê vîdeoya êrîşê ku ji aliyê yek ji êrîşkaran ve hatiye kişandin li ser malpera xwe weşandiye. Di wî vîdeoya ku ji aliyê êrîşkaran ve hatiye şandin tê dîtin ku êrîşkar gule li xelkên sivîl direşînin û stûyê kesekî sivîl dişkînin. Êrîşkar di dema kişandina dîmenan de siloganên DAÎŞê diqêre di derbarê kesên ku kuştiye diaxive.[19][20]

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn êrîşê weke "kiryareke terorîstî ya hovane" bi nav kiriye û di axavtina xwe de diyar kiriye ku her çar çekdar ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hatine girtin.[21] Piştî roja êrîşê roja 24ê adarê weke roja şîna neteweyî hate ragihandin.[22] Wezareta Derve ya Rûsyayê vê bûyer weke êrîşeke terorîstî bi nav kir. Ev êrîş ji êrîşê Beslanê ya sala 2004an vir ve êrîşa terorîstî ya herî kujer e ku li Rûsyayê li dijî xelkên sivîl pêk hatiye.[23][24]

Yek ji êrîşkarên DAÎŞê di dema ku hatiye girtin de di axaftina xwe de tîne ziman ku beriya êrîşê ji Rûsyayê hatiye Tirkiyeyê û carek din dîsa di 4ê adarê de ji Tirkiyeyê derbasê Rûsyayê bûye. Li gorî hinek zanyariyên din jî du êrîşkar li Tirkiyeyê bûne piştî biryardayina êrîşên li hemberê Rûsyayê derbasê Rûsyayê bûne.[25][26] Di heman demê de rojnamevaneke rûsî îdîa kiriye ku êrîşkaran telîmatên êrîşa li Rûsyayê ji berpisiyarê xwe yên ku li Tirkiyeyê ne wergirtine.[27]

Paşperdeh biguhêre

Ji rêze teqînên ku di sala 1999an de li blokên apartmanên Moskowê xistibûn bigire heya kirîza dîlgirtina Şanoya Moskowê ya di sala 2002an de û dorpêçkirina xwendegeha Beslanê ya di sala 2004an de ye ku êrîşên dîrokên cihêreng in Rûsya rastî êrîşên terorîstî yên mezin hatiye.[28][29] Di cotmeha sala 2015an de, çekdarên DAIŞê firokeyeke rêwiyan a rûsî li ser Misirê xistibûn û di encamê de 224 kesên tê de hatibûn kuştin.[30] Çekdarên DAÎŞê di mijdara sala 2015an de êrîşek bi heman rengî di konsera rockê de li şanoya Bataclan li Parîsê pêk aniye û herwiha ji salên 2010an û vir ve li Ewropayê êrîşên koordînekirî li ser cihên muzîkê pêk aniye ku di nav de êrîşa bombeyî ya di dawiya performansa muzîka pop de li Manchester Arena ya li Îngilîstanê di ku di gulana sala 2017an de pêk hatiye êrîşên mezin ji aliyê DAÎŞê ve hatiye pêkanîn. Di heman demê de DAÎŞ berpirsiyarê bombekirina Balyozxaneya Rûsyayê ya li Kabulê ye ku di sala 2022an de pêk hatiye.[31]

Piştî çend salên bêdengiya nisbî, Dewleta Îslamî (DAÎŞ) hewl dide êrîşên xwe yên derve zêde bike.[32] DAÎŞ-WXê di 3ê çileya sala 2024an de li Îranê êrîşên bombeyî pêk anîbû û herî kêm 103 kes hatibûn kuştin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li ser êrîşên dibe ku pêk were Îranê hişyar kiribû.[32] Colin Clarke ku saziyeke ramanê ya serbixwe ye Soufan Center diyar kir ku DAÎŞ-WX "ev du salên dawîn berê xwe dide Rûsyayê ku di propagandayên xwe de gelek caran Putîn rexne kiriye."[28] Rûsya jî piştê van hewlan di şerê navxweyî ya Sûriyê de êrîşan dibe ser DAÎŞê.[33]

Di 7ê adara sala 2024an de, Servîsa Ewlekariya Federal (FSB) ya Federasyona Rûsyayê ragihandiye ku wan şaneke terorîst a girêdayî DAIŞê ku plan dikir êrîşî kinîşteyekê li Moskowê bike bêbandor kiriye. Piştî çend demjimêran balyozxaneya amerîkî ya li Moskowê hişyarî da ku "planên komên tundrew hene ku tevî konseran kombûnên mezin li Moskowê bikin armanc" û şîret li welatiyên amerîkî kir ku "ji bo 48 demjimêrên pêş de ji civînên mezin dûr bikevin".[34] Di heman rojê de Dewletên Yekbûyî bi taybetî hişyarî dide rayedarên rûsî ku li gorî zanyariyên ku di destpêka adarê de hatine berhev kirin wekî beşek ji "mîsyona hişyarkirinê" ya civata îstixbarata amerîkî xeterankekî nêzîk a êrîşeke DAÎŞ-WX heye.[32]

Di 19ê adara 2024an de Putîn di axaftina xwe de hişyariya balyozxaneya Dewletên Yekbûyî hişyariyê wekê "şantajek eşkere û mebesta tirsandin û bêîstiqrarkirina civakê" binav dike.[35] Putîn demên borî de ji ber hişyariyên ku di salên 2017an û 2019an de li Rûsyayê pêşî li êrîşên terorî yên li Rûsyayê girtiye, ji Amerîka û CIAyê re sipas kiribû. Di daxuyaniya The New York Times de, rayedarên Amerîkî piştrast kirin ku êrîş bi hişyariya berê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve girêdayî ye û diyar kirin ku raporên îstîxbaratiyên ku hişyarî li ser hatine kirin beriya êrîşê bi rayedarên rûsî re hatine parve kirin.

Êrîş biguhêre

 
Dîmenek sala 2019an ji Crocus City Hallê.

Salona pêşandan a Crocus City Hallê di sala 2009an de wekî cihek konserê ku bi kapasîteya 6200 kesî hatiye çêkirin û yek ji mezintirîn cihên konseran a li herêmê ye.[36] Crocus City Hall yek ji avahiyên mezin ên navendên danûstendinê, xwaringeh û seyrangehên din ên bi navê Crocus City ku ji hêla milyarderê azerbeycanî Aras Agalarov ve hatiye çêkirin û di heman demê de salon bûye cihê pêşbirka Miss Universe 2013 û Xelatên Muzîka Top Hit a ku di salên 2013an û 2019an de hatiye lidarxistin.[37]

Di 22ê adara 2024an de ji bo koma muzîka rûsî ya bi navê Pîknîk hate plansaz kirin ku li salona Crocus City Hall konsereke muzîkê bê lidarxistin.[38][39] Saet nêzîkî 20:00 MSK (UTC+3) berî ku kom dest bi performansa xwe bike, çekdarên bi rûpoş bi çekên AKê bi ser girseya ku li salonê kom bibûn gule reşandin. Di raporekî DAÎŞ-WX îdia kiriye di ku destê êrîşkaran de xeyn jî çekan û kêr jî hebûn.[40] Ji ber ku konsera muzîkê nêzîk bû, di destpêkê de hinek kesên ku beşdarê konserê bûne bawer kirine ku dengê destpêkê ya çekan beşek ji çalakiyê ye.[41] Di dema êrîşê de zarok û ciwan jî ji bo pêşbirka dansê ya salonê li avahiyê bûn. Erkdarên ewlehiyê ya cihê bûyerê bêçek bûn û tê bawer kirin ku hinek ji wan di nav kesên ku di êrîşê de hatine kuştin de ne.[42]

Şahidekî dema êrîşê aniye ziman ku êrîşkar kesên ruy bûne.[43] Dîmenên vîdyoyên amator ên ku ji hêla BBC Verify ve hatine verast kirin nîşan didin ku çekdarên rûpoş li qada têketina salonê û li salonê bêserûber sivîlan gulebaran dikin.[44][45] Di dîmenên din ên ku li ser Telegramê hatine şandin nîşan didin ku kesên bi cil û bergên leşkerî û bi darê beyzbolê gule li girseyên mirovên ku diqîrîn re direşînin.[46] Di 23ê adarê de DAÎŞ–WX vîdyoyek bi rêya Ajansa Nûçeyan a Amaq belav kiriye ku tê de gulebarankirin û qirkirina qurbaniyên êrîşê nîşan dide. Di vîdeoyê de hatiye dîtin ku êrîşkar li derveyî deriyê odîtoriyomê gule li sivîlan direşînin. Di vîdeoyekî de bi jêrenivîsa erebî hatiye nivîsandin ku êrîşkaran diqîrin; di axaftinên de "were, zû were,"[a] "çekê bîne, tivingê bîne"[b] û "wan bikuje û rehmê li wan neke." dibêjin.[47][48] Piştî gulebarankirina qurbaniyan êrîşkar qirika birîndarekî ku hêj sax e, dibire.[47]

Her wiha hatiye ragihandin ku êrîşkaran çekên şewatê bi kar anîne û şahidekî îdia kiriye ku êrîşkaran bombeyên benzînê bi kar anîne û di salonê de agir pêxistine.[49] Dîmenên vîdyoyê yên amator ên ku li ser malperên medyaya civakî hatine weşandin, pêtên agirên mezin û dûyên ku ji avahiyê derdikevin ji agirên ku ji hêla êrîşkaran ve hatine pêxistin têne dîtin.[50] Hatiye diyarkirin ku şewata li kompleksê bi qadeke 12 hezar û 900 mêtreçargoşe (139 hezar mêtre çargoşe) girtiye. Piştî çend saetan dengek mezin hatiye bihîstin û piştre jî banê kompleksê bi qismî hilweşiya ye.[51] Piştî demekî waliyê herêma Moskowê Andrey Vorobyov diyar kiriye ku banê salonê hilweşiya ye.[52]

Li gorî Nexta yekîneyên polîs ên pispor ji Yekîneya Bersivdana Bilez a Taybet (SOBR) û Yekîneya Mobîl a Armancên Taybet (OMON) sewqî cihê bûyerê hatine kirin ku li gorî Nextayê ev yekîne saetekê piştî destpêkirina êrîşan gihîştine cihê bûyerê.[53] Waliyê Moskowê Vorobyov ji bo birêvebirina rewşê û hêzek xebatê ava bike diçe cihê bûyerê.[54] Karbidestên din ên bajêr jî digihîjin cihê bûyerê ku di nav de wezîrê navxweyî ya Rûsyayê Vladimir Kolokoltsev jî hebû. Hêzên Parastina Neteweyî ya Rûsyayê jî ji bo lêgerîna êrîşkaran hatine şandin ku bi wêneyê êrîşkarên gumanbar ên ku bi otomobîla Renault Symbol 2007 a spî ya bi pilaqeya rûsî T668UM 69 (Tver Oblast) direvin.[55] Otomobîla ku êrîşkar bi direvin hatiye zanîn ku otomobîl di 4ê çileya sala 2024an de ji bo pilana êrîşê ji aliyê êrîşkaran ve hatiye kirîn.[56]

 
Dîmenek ji hewlên servîsên hawarçûnê li ber deriyê Crocus City Hallê.

Kesên rizgarbûyî bi helîkopterên bijîjkî ji cihê bûyerê hatine derxistin û 70 ambulans ji bo hilanîna birîndar û kuştiyan gihîştine cihê êrîşê.[57][58] Hejmarek kesên nenas ji ser sehneyê reviyan qada parkê hinek ji kesên din jî ber bi banê salonê ve reviyan.[59] Rayedaran nêzîkî 100 kesên ku xwe di jêrzemînê de vedişartin derxistin.[60] Kesê ku ji êrîşê sax filitiye gotiye ku kesên ku ji ber êrîşan reviyane ji ber deriyên kilîtkirî nekarîne xwe xilas bikin hinek ji wan neçar mane ku deriyekî bişkînin û birevin.[61] Agirkujan nehiştin ku agir belav bibe û sê helîkopteran jî ji jor ve ji bo ku agirê bivemirînin avê bi ser agirên li ser banê Crocus City Hallê de reşandine.[62]

Di 23ê adarê de saet 07:00 de, Vorobyov ragihandiye ku agir hatiye kontrolkirin û bi piranî hatiye vemirandin.[63] Wî vîdyoyek belav kir ku tê de zirarek mezin li avahiya ku ban û rêzên jorîn ên salona konserê bi tevahî hilweşiyane nîşan dide.[64] Di heman rojê saet di 11:30 de agir bi temamî hatiye vemirandin.[65]

Kuştiyên êrîşê biguhêre

Hevwelatî Mirî
Rûsya 100+
Belarûs 2
Qirgizistan 2
Ermenistan 1
Azerbeycan 1
Moldova 1
Giştî 139

Di êrîşê de herî kêm 139 kes jiyana xwe jidest dane û 182 kesên din jî birîndar bûne ku rewşa hinek birîndaran giran e.[66][67][68] Ji xeynî birînên bi çekan hin mirin jî ji ber hilma dûyê agirê çêbûne.[69] Li gorî daxuyaniya wezîrê tenduristiyê ya Rûsyayê Mikhail Murashko di êrîşê de 5 zarok birîndar bûne û herî kêm sê zarok hatine kuştin.[70] Hatiye diyarkirin ku qurbaniya herî temen-mezin jinek di 70 salî ye ku di êrîşê de hatiye kuştin. Piraniya qurbaniyan ji bakurê rojavayê Moskowê bûn ji bajarên wekê Krasnogorsk û Khimki hatibûn.[71] Jineke ermenî û mêrê wê yê azerî jî di nav qurbaniyan de ne.[72] Di nav qurbaniyan de hevwelatiyên Belarûs, Qirgizistan û Moldovayê jî hene.[73][74][75]

Lêgerîna qurbaniyan di 23ê adarê de bi dawî dibe û heta wê demê herî kêm 29 kesên ku jiyana xwe jidest dane hatibûn tespîtkirin.[76] Departmena tenduristiyê ya Moskowê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku ew di çaverêkirinê de ne ku di nav du hefteyan de nasnameya hemî qurbaniyan were tespîtkirin.[77]

Endamên koma Pîknîkê li ser profila xwe Înstagramê belav kirine ku ew û rêvebirên wan "zindî û sax in" û piştî demekî paşê ragihandine ku ew hatine ji avahiyê hatine derxistin lêbelê endamekî koma wan winda ye. Paşê li ser Înstagrama komê hatiye diyar kirin ku alîkarê derhênerê komê jî di nav qurbaniyan de ye.[78]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Some victims of Moscow shooting in critical condition, authorities say – as it happened". The Guardian. 23 adar 2024. Ji orîjînalê di 24 adar 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 adar 2024.
  2. ^ a b c "تنظيم "الدولة" يقدم روايته عن هجوم موسكو" [The organization of the [Islamic] "State" presents its version about the Moscow attack]. Enab Baladi (bi erebî). Ji orîjînalê di 23 adar 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 adar 2024.
  3. ^ a b "Atentado en Moscú: ISIS-K difundió un escalofriante video del ataque desde adentro con gritos de "Alá es grande"" [Attack in Moscow: ISIS-K released a chilling video of the attack from inside with shouts of "Allah is great"]. Clarin (bi spanî). 23 adar 2024. Ji orîjînalê di 24 adar 2024 de hat arşîvkirin.
  4. ^ Nechepurenko, Ivan (25 adar 2024). "Putin Acknowledges 'Radical Islamists' Committed Moscow Attack". The New York Times. Roja gihiştinê 25 adar 2024.
  5. ^ "Информация о госпитализации пострадавших в Концертном зале в Крокусе" [Information about the hospitalization of victims in the Concert Hall in Crocus] (bi rûsî). 24 adar 2024. Ji orîjînalê di 23 adar 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 24 adar 2024.
  6. ^ "Директор ФСБ доложил Президенту о задержании террористов, участвовавших в атаке на «Крокус Сити Холл»" [The FSB director reported to the President on the arrest of terrorists who participated in the attack on Crocus City Hall]. Kremlin.ru (bi rûsî). 23 adar 2024. Ji orîjînalê di 23 adar 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 adar 2024.
  7. ^ "Moscow attack: Gunmen kill dozens at Crocus City Hall in Moscow". BBC News. 23 adar 2024. Ji orîjînalê di 22 adar 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 adar 2024.
  8. ^ Yan, Sophia (23 adar 2024). "Islamic State attackers publish selfie following Moscow attack". The Telegraph. Ji orîjînalê di 25 adar 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 adar 2024.
  9. ^ "Three out of four Moscow concert hall attack suspects plead guilty in court". Sky News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 24 adar 2024.
  10. ^ a b "U.S. Says ISIS Was Responsible for Deadly Moscow Concert Hall Attack". New York Times.
  11. ^ Clarín, Redacción (23 adar 2024). "Atentado en Moscú: ISIS-K difundió un escalofriante video del ataque desde adentro con gritos de "Alá es grande"". Clarín (bi spanî). Roja gihiştinê 25 adar 2024.
  12. ^ "All four suspects arrested after Crocus City Hall shootings, Russia says". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 22 adar 2024. Roja gihiştinê 25 adar 2024.
  13. ^ Roth, Andrew; Sauer, Pjotr (24 adar 2024). "Four suspects in Moscow concert hall terror attack appear in court". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 25 adar 2024.
  14. ^ "Moscow attack: Day of mourning after 137 killed at Crocus City Hall concert" (bi îngilîziya brîtanî). 23 adar 2024. Roja gihiştinê 25 adar 2024.
  15. ^ "Êrîşê li Moskowê". mz.mosreg.ru. Roja gihiştinê 25 adar 2024.
  16. ^ Conradi, Marc Bennetts, Peter (25 adar 2024). "Moscow terror attack: four suspects arrested after shooting, Putin says" (bi îngilîzî). ISSN 0140-0460. Roja gihiştinê 25 adar 2024.{{cite news}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  17. ^ "What We Know About ISIS-K, the Group That Has Been Linked to the Moscow Attack - The New York Times". web.archive.org. 25 adar 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 25 adar 2024. Roja gihiştinê 25 adar 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  18. ^ "Crocus City Hall concert hall shooting: Armed men open fire in busy music hall in Moscow region, Russian state media reports | CNN". web.archive.org. 22 adar 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 22 adar 2024. Roja gihiştinê 25 adar 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  19. ^ "New Islamic State videos back claim it carried out Moscow concert hall attack | Russia | The Guardian". web.archive.org. 24 adar 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 24 adar 2024. Roja gihiştinê 25 adar 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  20. ^ "Atentado en Moscú: ISIS-K difundió un escalofriante video del ataque desde adentro con gritos de "Alá es grande"". web.archive.org. 24 adar 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 24 adar 2024. Roja gihiştinê 25 adar 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  21. ^ "Moscow attack: As Russia mourns victims of concert hall shooting, how will Putin react?" (bi îngilîziya brîtanî). 24 adar 2024. Roja gihiştinê 25 adar 2024.
  22. ^ "Moscow attack: Gunshots reported as fire breaks out at concert hall - BBC News". web.archive.org. 22 adar 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 22 adar 2024. Roja gihiştinê 25 adar 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  23. ^ "Moscow concert hall attack: death toll rises to 93 as Putin told suspects have been detained – live updates | Moscow concert hall attack | The Guardian". web.archive.org. 23 adar 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 adar 2024. Roja gihiştinê 25 adar 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  24. ^ "Moscow concert hall attack: Islamic State claims responsibility as death toll rises to 60 – latest updates | Moscow concert hall attack | The Guardian". web.archive.org. 23 adar 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 adar 2024. Roja gihiştinê 25 adar 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  25. ^ "Moskova saldırısındaki saldırgan sorgulandı: Türkiye'den mi geldi?". www.cumhuriyet.com.tr (bi tirkî). 23 adar 2024. Roja gihiştinê 27 adar 2024.
  26. ^ yonetici (23 adar 2024). "Moskova saldırganlarından birinin sorgusu kayıt alındı: Rusya'ya Türkiye'den geldim". Gazete Pencere (bi tirkî). Roja gihiştinê 27 adar 2024.
  27. ^ Sozcu.com.tr (26 adar 2024). "Rus gazeteden çarpıcı iddia: Moskova'yı kana bulayan saldırganlar emirleri Türkiye'deki örgütten aldı - Sözcü Gazetesi". www.sozcu.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 27 adar 2024.
  28. ^ a b "At least 93 dead in Moscow concert hall attack as ISIS claims responsibility | CBC News". web.archive.org. 24 adar 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 24 adar 2024. Roja gihiştinê 26 adar 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  29. ^ "Moscow concert hall attack: Russia says many killed, over 100 wounded | AP News". web.archive.org. 26 adar 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 26 adar 2024. Roja gihiştinê 26 adar 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  30. ^ "At least 93 dead in Moscow concert hall attack as ISIS claims responsibility | CBC News". web.archive.org. 24 adar 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 24 adar 2024. Roja gihiştinê 26 adar 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  31. ^ "Moscow concert hall attack: Why is ISIL targeting Russia? | ISIL/ISIS News | Al Jazeera". web.archive.org. 23 adar 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 adar 2024. Roja gihiştinê 26 adar 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  32. ^ a b c "U.S. Says ISIS Was Responsible for Deadly Moscow Concert Hall Attack - The New York Times". web.archive.org. 23 adar 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 adar 2024. Roja gihiştinê 26 adar 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  33. ^ "Moscow concert hall attack: Russia detains 11 as death toll rises to 133 | Crime News | Al Jazeera". web.archive.org. 23 adar 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 adar 2024. Roja gihiştinê 26 adar 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  34. ^ "US Embassy warns 'extremists' planning attack in Moscow | The Hill". web.archive.org. 20 adar 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 20 adar 2024. Roja gihiştinê 26 adar 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  35. ^ "Заседание коллегии ФСБ России • Президент России". web.archive.org. 20 adar 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 20 adar 2024. Roja gihiştinê 26 adar 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  36. ^ "Теракт в "Крокус сити холле". Факты". TACC. Roja gihiştinê 26 adar 2024.
  37. ^ "Crocus City Hall: The Trump-linked venue that's now the scene of a deadly IS attack". SBS News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 adar 2024.
  38. ^ "Twitter Widget Iframe". web.archive.org. 22 adar 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 22 adar 2024. Roja gihiştinê 26 adar 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  39. ^ "All four suspects arrested after Crocus City Hall shootings, Russia says". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 22 adar 2024. Roja gihiştinê 26 adar 2024.
  40. ^ "Bullets and panic - the Moscow concert that became a massacre" (bi îngilîziya brîtanî). 23 adar 2024. Roja gihiştinê 26 adar 2024.
  41. ^ "All four suspects arrested after Crocus City Hall shootings, Russia says". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 22 adar 2024. Roja gihiştinê 26 adar 2024.
  42. ^ "At least 115 killed, more than 185 injured in attack on Moscow concert hall". Al Jazeera (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 adar 2024.
  43. ^ Roth, Andrew (23 adar 2024). "At least 115 killed and scores wounded in Moscow concert hall attack". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 26 adar 2024.
  44. ^ "All four suspects arrested after Crocus City Hall shootings, Russia says". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 22 adar 2024. Roja gihiştinê 26 adar 2024.
  45. ^ "Moscow attack: Day of mourning after 137 killed at Crocus City Hall concert" (bi îngilîziya brîtanî). 23 adar 2024. Roja gihiştinê 26 adar 2024.
  46. ^ "Russia says 60 dead, 145 injured in concert hall raid; Islamic State group claims responsibility". AP News (bi îngilîzî). 22 adar 2024. Roja gihiştinê 26 adar 2024.
  47. ^ a b Clarín, Redacción (23 adar 2024). "Atentado en Moscú: ISIS-K difundió un escalofriante video del ataque desde adentro con gritos de "Alá es grande"". Clarín (bi spanî). Roja gihiştinê 26 adar 2024.
  48. ^ Roth, Andrew; Sauer, Pjotr (24 adar 2024). "Four suspects in Moscow concert hall terror attack appear in court". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 26 adar 2024.
  49. ^ "All four suspects arrested after Crocus City Hall shootings, Russia says". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 22 adar 2024. Roja gihiştinê 26 adar 2024.
  50. ^ Roth, Andrew; Sauer, Pjotr (24 adar 2024). "Four suspects in Moscow concert hall terror attack appear in court". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 26 adar 2024.
  51. ^ Keenan, Claire; Singh, Maanvi; Chao-Fong, Léonie; Yang, Maya; Singh, Claire Keenan (now); Maanvi; Yang (earlier), Maya (23 adar 2024). "Putin wishes 'speedy recovery' to victims of Moscow shooting – as it happened". the Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 26 adar 2024.{{cite news}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  52. ^ Keenan, Claire; Singh, Maanvi; Chao-Fong, Léonie; Yang, Maya; Singh, Claire Keenan (now); Maanvi; Yang (earlier), Maya (23 adar 2024). "Putin wishes 'speedy recovery' to victims of Moscow shooting – as it happened". the Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 26 adar 2024.{{cite news}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  53. ^ "Putin vows retribution for Moscow attack that killed more than 140; ISIS claims responsibility". The Straits Times (bi îngilîzî). 23 adar 2024. ISSN 0585-3923. Roja gihiştinê 26 adar 2024.
  54. ^ "How the deadliest attack on Russian soil in years unfolded over the weekend". AP News (bi îngilîzî). 25 adar 2024. Roja gihiştinê 26 adar 2024.
  55. ^ "All four suspects arrested after Crocus City Hall shootings, Russia says". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 22 adar 2024. Roja gihiştinê 26 adar 2024.
  56. ^ "All four suspects arrested after Crocus City Hall shootings, Russia says". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 22 adar 2024. Roja gihiştinê 26 adar 2024.
  57. ^ "Ambulance helicopters evacuate several survivors of Crocus City Hall shootout". TASS. Roja gihiştinê 26 adar 2024.
  58. ^ Roth, Andrew (23 adar 2024). "At least 115 killed and scores wounded in Moscow concert hall attack". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 26 adar 2024.
  59. ^ "Gunmen kill 133 at Crocus City Hall in Moscow attack" (bi îngilîziya brîtanî). 22 adar 2024. Roja gihiştinê 26 adar 2024.
  60. ^ "All four suspects arrested after Crocus City Hall shootings, Russia says". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 22 adar 2024. Roja gihiştinê 26 adar 2024.
  61. ^ Reporter, Moscow Times (23 adar 2024). "'It Could Have Been Me': Russians Mourn Victims of Deadly Concert Hall Attack". The Moscow Times (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 adar 2024.
  62. ^ "Zelensky says Putin seeking to 'shift the blame' for Moscow attack onto Kyiv". France 24 (bi îngilîzî). 22 adar 2024. Roja gihiştinê 26 adar 2024.
  63. ^ "All four suspects arrested after Crocus City Hall shootings, Russia says". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 22 adar 2024. Roja gihiştinê 26 adar 2024.
  64. ^ "Video shows fire damage in Moscow's Crocus concert hall" (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 26 adar 2024.
  65. ^ "Fire extinguished at Crocus City Hall, Russian Emergency Ministry says". NBC News (bi îngilîzî). 24 adar 2024. Roja gihiştinê 26 adar 2024.
  66. ^ "All four suspects arrested after Crocus City Hall shootings, Russia says". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 22 adar 2024. Roja gihiştinê 27 adar 2024.
  67. ^ "Êrîşa Moskowê". mz.mosreg.ru. Roja gihiştinê 27 adar 2024.
  68. ^ "Êrîşa li ser salona pêşandanê". mz.mosreg.ru. Roja gihiştinê 27 adar 2024.
  69. ^ "What we know about attack on a Moscow concert hall" (bi îngilîziya brîtanî). 23 adar 2024. Roja gihiştinê 27 adar 2024.
  70. ^ "All four suspects arrested after Crocus City Hall shootings, Russia says". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 22 adar 2024. Roja gihiştinê 27 adar 2024.
  71. ^ "What we know about attack on a Moscow concert hall" (bi îngilîziya brîtanî). 23 adar 2024. Roja gihiştinê 27 adar 2024.
  72. ^ "Erməni arvadı ilə birlikdə "Krokus" terrorunda həlak olan azərbaycanlı kimdir?". Medianews (bi azerî). 24 adar 2024. Roja gihiştinê 27 adar 2024.
  73. ^ "Теракт в "Крокус сити холле". Факты". TACC. Roja gihiştinê 27 adar 2024.
  74. ^ Татьяна (26 adar 2024). "Пропавшие после теракта в «Крокусе» кыргызстанки погибли - Вести.kg - Новости Кыргызстана". vesti.kg. Roja gihiştinê 27 adar 2024.
  75. ^ "МИД Молдавии подтвердил гибель гражданки республики в результате теракта в "Крокусе"". TACC. Roja gihiştinê 27 adar 2024.
  76. ^ AFP (24 adar 2024). "Day of Mourning in Russia as Toll From Concert Hall Massacre Climbs to 137". The Moscow Times (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 adar 2024.
  77. ^ "How the deadliest attack on Russian soil in years unfolded over the weekend". AP News (bi îngilîzî). 25 adar 2024. Roja gihiştinê 27 adar 2024.
  78. ^ "Moscow concert hall attack: What we know so far". France 24 (bi îngilîzî). 23 adar 2024. Roja gihiştinê 27 adar 2024.

Girêdanên derve biguhêre