Êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîsê 2022

Êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîsê, êrîşeke nîjadperestî ye ku li dijî kurdên li Fransayê pêk hatiye.[1] Êrîş ji aliyê kesekî ku xwe wek kesek nîjadperest pênase kiriye,[2][3] di 23ê kanûna pêşîn a 2022an de li bajarê Parîsê li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya pêk hat. Di encama êrîşê de sê kurd mirin, sê kurdên din jî birîndar bûn.[1]

Êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîsê 2022
CihKolana Enghien, Parîs, Fransa
Dîrok23ê kanûna pêşîn a 2022an
HedefAktivîst û penaberên Kurd
Cureyê êrîşê
Êrîşa çekdarî
Mirî3 kes
Birîndar4 kes (bi kesê êrîşkar re)
ÊrîşkarKesekî nîjadperest
SedemNîjadperestî
LêpirsînBerdewam e
Biryara dadgehêNe diyar e
biguhêreBelge

Komkujî biguhêre

Komkujî di 23ê kanûna pêşîn sala 2022an de, beriya nîvro li ser kolana Enghienê ku li arrondîsementa 10an a Parîsê ya li nêzîkî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ye, bi êrîşa çekdarî pêk hat.[4] Êrîşkar 3 guleyan barand navenda çandê û 2 kes mirin.[5][6][7] Piştre sê gule ber bi xwaringeheke kurdî ve ku li hemberê navenda çandê ye, barand û di encamê de kesek hate kuştin.[8] Herî dawî ber bi porbirrek kurdî ve diçe û sê gule li sê kesan ku di heman demê de li porbirr a kurdî bun, reşand.[9]

Pişt re êrîşkar, ji aliyê kurdên ku li salona porbirrê rastî êrîşa hatin, hate bêbandorkirin. Piştî demekê êrîşkar ji aliyê polîsên CSI 75 ya Fransayê ve hate girtin.[10]

Qurbaniyên komkujiyê biguhêre

Di êrîşa çekdarî de sê kes mirin ku nav de seroka tevgera jinên kurd li Fransayê Evîn Goyî (Emine Kara) ku demekî li dijî DAIŞê şer kiri bû, sitranbêj û penaberê siyasî ya kurd Mîr Perwer (Mehmet Şirin Aydın) ku jiber cezayê girtîgehê ya Tirkiyeyê çûbû Ewropayê û endamê navenda çandê Abdurrahman Kızıl, hebûn.[11]

Bertekên li dijî komkujiyê biguhêre

Bertekên navneteweyî biguhêre

Partiyên siyasî biguhêre

  • Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyek bi zimanê fransî belav kir û bang li rayedarên Fransayê kir û di daxuyaniya xwe de got:"Hêviya me ji rayedarên fransî ew e ku demildest êrîşkar û êrîş bên eşkerekirin û raya giştî bi awayekî zelal were agahdarkirin. Yekane rêya pêşîgirtina li êrîşên bi vî rengî yên nîjadperest ew e ku heqîqet werin ronîkirin".[14]

Medyaya civakî biguhêre

Piştê êrîşa li dijî kurdên li Fransayê li ser medyaya civakî tag a bi fransî "Je suis Kurde" ku tê wateya "Ez jî Kurd im" ji aliyê bi hezaran gelê fransî ve hate parvekirin û bertek li dijî komkujiyê hate nîşandan.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b "Di Êrîşeke Çekdarî ya Dijî Navenda Çanda Kurdan de Kuştî û Birîndar li Parîsê Hene". VOA. Roja gihiştinê 24 kanûna pêşîn 2022.
  2. ^ "Paris'te Kürtleri hedef alan saldırgan ırkçı olduğunu kabul etti". Artı Gerçek (bi tirkî). Ji orîjînalê di 24 kanûna pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 24 kanûna pêşîn 2022.
  3. ^ "Paris Ahmet Kaya Kültür Merkezi saldırganı 'ırkçı' olduğunu kabul etti". euronews (bi tirkî). 24 kanûna pêşîn 2022. Roja gihiştinê 24 kanûna pêşîn 2022.
  4. ^ "Coups de feu à Paris : plusieurs morts après une attaque armée près d'un centre culturel kurde dans le 10ᵉ arrondissement". Le Monde.fr (bi fransî). 23 kanûna pêşîn 2022. Roja gihiştinê 24 kanûna pêşîn 2022.
  5. ^ "DOCUMENT RTL - Fusillade à Paris : un témoin raconte la scène d'horreur". www.rtl.fr (bi fransî). Roja gihiştinê 24 kanûna pêşîn 2022.
  6. ^ "DOCUMENT RTL - Fusillade à Paris : un témoin raconte la scène d'horreur". www.rtl.fr (bi fransî). Roja gihiştinê 24 kanûna pêşîn 2022.
  7. ^ Newmedia, R. T. L. (23 kanûna pêşîn 2022). "Une attaque fait 3 morts à Paris: l'entrée de l'assaillant dans un salon de coiffure a été filmée par une caméra de surveillance". RTL Info (bi fransî). Roja gihiştinê 24 kanûna pêşîn 2022.
  8. ^ "DOCUMENT RTL - Fusillade à Paris : un témoin raconte la scène d'horreur". www.rtl.fr (bi fransî). Roja gihiştinê 24 kanûna pêşîn 2022.
  9. ^ "DOCUMENT RTL - Fusillade à Paris : un témoin raconte la scène d'horreur". www.rtl.fr (bi fransî). Roja gihiştinê 24 kanûna pêşîn 2022.
  10. ^ "Ancien cheminot, déjà connu de la justice... le profil du suspect de la fusillade à Paris se dessine". TF1 INFO (bi fransî). 23 kanûna pêşîn 2022. Roja gihiştinê 24 kanûna pêşîn 2022.
  11. ^ Pascariello, Pascale. "« C'est un attentat, il faut poser les mots » : à Paris, la communauté kurde dit sa colère". Mediapart (bi fransî). Roja gihiştinê 25 kanûna pêşîn 2022.
  12. ^ a b c "Paris katliamına dünyadan tepki: Kürtlerin yanındayız". mezopotamyaajansi35.com. Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2022.[girêdan daimî miriye]
  13. ^ "rudaw.net/turkish/kurdistan/231220225". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2022.
  14. ^ "HDP eş başkanlarından Paris'teki saldırı hakkında Türkçe ve Fransızca çağrı - Diken". www.diken.com.tr (bi tirkî). 24 kanûna pêşîn 2022. Roja gihiştinê 25 kanûna pêşîn 2022.