Çiyayê Elbrûs (bi rûsî:Эльбрус), bi 5642 m bilindayî ve çiyayê herî bilind ê çiyayên Qefqasê û ê Rûsyayê ye. Çiyayê Elbrûs stratovolkaneke bi du bandevî ye.Di navbera van her du bandevan de 1500 m dûrayî heye.Di heman katî de jî Çiyayê Elbrûs, piranî bi qeşem ve rûgirtî ye. Her wiha ew bi qeşema 145 km²î nixamtî ye.

Çiyayê Elbrûs

Çiyayê Elbrûs
Bilindayî          5642 m[1] m
Cih Qefqasya, Rûsya, Ewrasya
Sala Rapelikînê 22yê Tîrmeha sala 1829
Zincîreçiya Çiyayên Qefqasê
Koordînat 43°21′18″Bk 42°26′21″Rh / 43.35500°Bk 42.43917°Rh / 43.35500; 42.43917
Nexşeya cihan Gurcistan
Çiyayê Elbrûs li ser nexşeya Gurcistan nîşan dide
Çiyayê Elbrûs
Çiyayê Elbrûs
Cure Stratovolkan
Elbrûs 3D

Eger Qefqasan wek tixûbê Ewropayê bihatana pejirandin, Çiyayê Elbrûs niha çiyayê herî bilind ê Ewropayê dibûn.

Erdnîgarî biguhêre

Elbrûs, 11 km li bakurê Gurcistanê û nêzîkî 270 km li bakurê rojavaya Tbîlîsî dur e.

Gelek salan di mijara parzemînê de gengeşî hatiye kirin. Hin kes dibêjin ku Çiyayên Qefqasê di navber Asya û Ewropayê de tixûb e.Ji ber vê yekê Çiyayê Elbrûs, çiyayê herî bilind ê Ewropayê ye.Hin kes jî vê ramanê qebûl nakin.

Di dîrokê de tixûbê Ewropa û Asyayê gelek caran guheriyaye. Ji ber vê yekê  bi hêsanî biryar nayê danîn.

Rapelikîna Yekem biguhêre

Rapelikîna yekem a li bandeva Rojhelatê di 22yê Tîrmeha sala 1829an de ji aliyê Killar Haçirov ve hatiye pêkanîn. Rapelikîna yekem a li bandeva Rojavayê jî di 28ê Tîrmeha sala 1874an de ji aliyê Frederick Gardiner, Florence Crauford Grove, Horace Walker û Peter Knubel ve hatiye pêkanîn.

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre