Zorava, Dêrika Çiyayê Mazî
Gundekî Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê
Zorava (bi tirkî: Balli) gundekî girêdayî navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya girêdayî Mêrdînê ye. Li vî gundî du heb golên biçûk heye. Yek ji wan gola Gavana ye û yan jî gola Xwînê ye. Efsaneyek li ser Gola Xwînê heye. Li gorî efsaneyê dema bûk, zava û berbû dikin ji Gola Xwînê derbas bibin, ji aliyê Xwedê Teala ve giş dibin kevir. û dema mirov lê dinihêre dibe ku ev efsane rast be, ji ber ku gelek fîgurên însanan hene. û li cihê van fîguran du kevirê mezin heye, yek bûk e, û yan jî zava ye. Kesên ku avjeniyê dizanin xwe ji ser bûk yan jî zava divêjin nava avê. Bilindahiya bûk û zava hema hema 5-6 metre heye.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |